Dagirker û çete li Babê zeviyan dişewitînin

Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê dixin û nahêlin kes agir vemirîne.

Agir bi zeviyên çandiniyê yên li herêmên di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê li rojhilatê bajarê Babê û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê yên li bajarê Babê de ket.

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif El-Erîme teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê dixin û kesên ku hewl didin agir vemirînin, guleyan lê direşînin. Her wiha got çete bi çekên giran nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê dikin hedefa xwe.

Yûsif El-Erîme destnîşan kir ku şewata yekemîn li zeviyên çandiniyê li gundê El-Ewlşlî yê dagirkirî û gundê El-Boxaz ê rizgarkirî ket, şewata din di heman rojê de di navbera gundê El-Kirêdiyê yê dagirkirî û gundê El-Bowîhic ê rizgarkirî de heta gundê Ceblê El-Hemra ya rizgarkirî ket. Şewatê heta 3 rojan dewam kir. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bi hevkariya tîmên agirkujiyê yên li herêmê hewl da agir vemirînin.

El-Erîme da zanîn ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û tîmên agirkujiyê nikaribûn agir vemirînin, heta ku gihaşt gundê ku lê dimînin, ji ber ku çete guleyan  berdidin kesên ku hewl didin agir vemirînin.

Rûbera zeviyên li wan eniyan ên şewitîn, derdora 30 heta 40 hektaran e û erdê 4 gundan e.

 (jo)

ANHA

 


Mijarên Din