Dagirker gundên Girê Spî û Til Temirê topban dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Evdiko û Ehmedî yên Girê Spî û gundê Qibûr Qerajîna yê Til Temirê topbaran dikin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan gundên Evdiko û Ehmedî yên Girê Spî topbaran dikin.

Her wiha hêzên dagirker gundê Qibûr Qerajîna yê girêdayî Bakurê navçeya Til Temir bi obusan topbaran dikin. Di  encama topbaranê de malên gundiyan şewitîn û gundî neçar man ku ji malên xwe derbikevin.

ANHA


Mijarên Din