Dagirkerî li Cilbirê ji bo lêkirina dîwar malan hildiweşîne

Dagirkeriya Tirk aliyê başûr û bakurê gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê piştî ku mal û milkên şêniyan talan kirin, bi temamî hilweşand da ku bargehên xwe yên leşkerî  ava bike û dîwarê parçebûnê li navenda gund lêbike.

Artêşa Tirk a dagiker ev 20 rojin ve dest bi plana lêkirina dîwarê parçebûnê li dora Efrînê kiriye. Dewleta dagirker bi vê yekê dixwaze Efrînê ji erdnîgariya Sûriyê qut bike.

Dagirkerî dîwarê parçebûnê li dora gundê Kîmar, Miryemîn û Cilbirê  lêkir. Dirêjahoya wê 2 hezar metre derbas kiriye. Dewleta dagirker ji bo lêkirina dîwar 20 malên şêniyên gundê Cilbirê ji her du aliyên başûr û bakur ve hilweşandin. Tevî dibistana gund, depoya ava vexwarinê û buroya şêwirmendiya çandiniyê.

Gundê Cilbirê

Gundê Cilbirê dikeve rojhilatê bajarê Efrînê li ser çiyayê Lêlûn. Wek navenda malbata Al Xubarê tê hesibandin. Têde zêdetirî 60 mal heye û hemû girêdayî malbatekî ne. Cihê gund dîrokî ye û vedigere 300 sal.

Ji aliyê bakur ve deştekî çandinî berhemdar û  her du gundên Enab û Miryemîn hene. Ji aliyê başûr ve gundê Ziyaretê, rojava Gobelê, Zirîqat û Basilê û ji aliyê başûr ve Keştar û Tinib hene.

Hilweşandina 20 malan

Piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, tevahiya malên gundê Cilbirê talan kirin heta ku deriyên avahiya jêvekirin û dizîn. Tevahiya şêniyên gund dan koçberkirin beyî ku bihêlin kesek veger gundê xwe.

Ajansa me hindek navên kesên ku dagirkeriyaTirk malên wan di meha Nîsanê de hilweşandine bi dest xistin. Navên wan wiha ne: Elî Seyd Îsa, Ibrahîm Ebdo, Mihemed Hesen Ebdo, Hesen Ebdo Îsa, Osman Ebdo Îsa, Hisên Mecîd Îsa, Mihemed Eta, Ridwan Şewket Îsa, Ibrahîm Fanî, Salih Îsa, Ibrahîm Ebdo Îsa, Cemal Ebdo, Fewzî Mecîd Îsa. Li gel malên şêniyan dibistana gund û buroya şêwirmendiya çandiniyê jî hilweşandin.

Dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe li gund didomîne. Xendekan li navenda gund dikolîne bi vê yekê gund dabeşî du beşan kir.

‘Em ji dûr ve li hilweşandina malên we temaşe dikin’

Şêniya bi navê Ferîde Ebdulrehman Hemo got: “Gundê me wêran kirin, malên me hilweşandin. Piştî ku dagirkeran malên me talan kirin me nikarî tiştek bikira. Niha jî malên me hildweşîne. Tiştek me nema. Heta ku dagirkerî li navenda gund dîwarek lêkir û gund dabeşî du beşan kirin.”

Mihemed Îsa yê 70 salî dem demê diçû gundê Tinib da ku gundê xwe meyze bike. Îsa destnîşan kir ku dagirkeran hewl da tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de belav bike û wiha got: “Dagirkeran dest neda gundê Erebî lê gundê wan bi temamî talan kir. Dar qut kir, şêniyên wê da koçberkirin û niha jî malên şêniyên gund hildiweşîne. Dagirkeriya Tirk bi wê tenê nema û niha jî dîwarekê lêdike da ku Efrînê ji Sûriyê qut bike. Ev hemû li ber çavên cîhanê rû dide beyî ku kesek bilive an jî tiştekî bêje.’

Şêniyê bi navê Ebdulselam Ebdo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze Efrînê mîna Lîwa Skenderon bike û tu qanûnek tine ye ku destdayîna ser milkê kesekî din qebûl dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din