Dagirker li Efrînê lêkirina dîwar didomînin

Artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwar di navbera gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê de didomîne. Ji aliyekî din ve jî kiryarên dermirovî li dijî şêniyên Efrînê de dewam dike û civaka navdewletî jî li hemberî vê yekê bê deng e.

Artêşa Tirk a dagirker kiryar û binpêkirina zagonên navdewletî zêde dike. Di vê çarçoveyê de, ji bo rewakirina dagirkeriya xwe dîwaran û baregehên leşkerî û qereqolan li derdora Efrînê ava dike. Dagirkeriya Tirk hewl dide Efrînê tev li xaka xwe bike.

Artêşa Tirk a dagirker sala 2015`an piştî daxuyaniyên Erdogan û îdiayên wî ku ew parastina sînor dike, dest bi lêkirina dîwar li seranserî sînorê Efrînê ji navçeya Şiyê heta Racoyê kir. Paşê dagirkeran lêkirina dîwar fireh kir, ji bajarê Dêrikê heta Efrînê 760 km dîwar lê kir.

Artêşa Tirk a dagirker bi avakirina dîwar li derdora kantona Efrînê, teqez dike ku niyeta wê parçekirina xaka Sûriyê ye û hewl dide Efrînê tev li wîlayeta Hatayê bike.

Kiryarên Tirkiyê hêrsa şêniyan zêde kir. Şêniyan li pêşiya navenda lihevanînê ya Rûsyayê helwestên xwe diyar kirin û bang kir ku ev kiryar werin sekinandin û dagirker ji Efrînê derkevin. Her wiha bang li rejîma Sûriyê kir ku helwestên xwe diyar bikin û derfet nedin ku senaryoya Lîwa Îskenderûnê dubare bibe.

Artêşa Tirk a dagirker ev hefteyek e dîwar bi dirêjahiya 900 metre ji gundê Kîmar heta gundên Cilbira û Meryemîn ava dike. Bilindahiya dîwar jî 3 metre ye.  

Beriya avakirina dîwar, artêşa Tirk a dagirker 15 mal li gundê Cilbira (Cilbil), dibistana gund û sehrîca avê rûxandin. Piştre li derdora gund xendeq kolandin û dîwar danîn û baregehên leşkerî û qereqol li wan gundan ava kirin.

Li piştî dîwar kiryarên dijmirovî

Di hundirê bajarê Efrînê û gundên wê de, artêşa Tirk a dagirke  hewl dide rastiya kiryar û binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyan veşêre. Ji aliyekî din ve jî, destûr nade dezgehên çapemeniyê û saziyên hiqûqî rastiya rewşa Efrînê bişopînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kesên ku çek li gel hebin, tevî ku yên nêçîrê bin an jî di belgeyên rûxsetkirina çekan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê de hebin, 50-400 hezar lîre li ser wan ferz dikin ku bidin.

Li gundê Telif ê yê navçeya Cindirêsê jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 100-300 kîlo ji her erebeyekê ku barê êzingên zeytûnê rakirine, distîne.

Li gundê Celemê ev hefteyek e ku çeteyên Feyleq El-Şam welatiyên bi navên Şiyar Ekrem Kelxelo, Delîl Mihemed Elûş, Mihemed Morî, Îbrahîm Nehle Kelxelo û Heyser Ebdulrehman Sêfo revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Ji aliyekî din ve jî bi destpêkirina mewsima cotkirina nava zeytûnan, şêniyên gundên Etmana, Şadiya, Qude, Koliya, Barbine û Hesen ên navçeya Raco dest bi cotkirina nava zeytûnên xwe kir. Lê çeteyên artêşa Tirk a dagirker û taybet çeteyên Firqet El-Hemzat li ser her darekê 100 lîreyên Sûriyê li ser cotkaran ferz dikin ku bidin wan.

(bx)


Mijarên Din