Dagirker li rojavayê Kobanê jî dexl û danên şêniyan dan ber agir

Arêtşa Tirk a dagirker ji herêma Cerablusê gule li zeviyên rojavayê kantona Kobanê berandin, di encamê de zêdetirî 80 hiktar zeviyên genim û ceh şewitîn.

Îro derdora 80 hiktar zeviyên gundên rojavayê kantona Kobanê şewitîn.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûna ji herêma Cerablusê gule ber bi beravên rojhilatê çemê Firatê berandin, ji ber vê di zeviyên genim û ceh ên di navbera gundên Zor Mixar li rojavayê kantonê û bajarokê Şiyûx de şewateke mezin çêbûn. Di encamê de zêdetirî 40 hiktar şewitîn. Piştî ku.

 

Di heman demê de agir bi zeviyên di navbera gundên Bênder û Mişko de bi dirêjahiya 30 hiktaran ket. Tevî wê 12 hiktar zeviyên di navbera gundên Ceqil û Katş de şewitîn.

Erebeyên agirvemirandinê û gundiyan karîn şewatan kontrol bikin.

 Piştî şewatên li gundê Sirzûrî li rojhilatê kantonê, ev şewata duyemîn e ku li kantonê çêdibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din