Dagirkeran careke din av ji ser kantona Hesekê qut kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ careke din av ji ser kantona Hesekê qut kir bêyî ku sedemên wê diyar bibin.

Piştî ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ nêzî du mehan av ji ser bajarê Hesekê qut kir. Lê piştî gelek hewldanan ji aliyê Rûsyayê ve, careke din av li bajêr vegeriya û werşeyên sererastkirinê derbasî stasyona avê bûn.

Di 24`ê Sibata derbasbûyî ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyan xebatkarên stasyonê derxistin û ew ji kar sekinand lê piştî hefteyekê û piştî hevdîtinên di navbera Rûs û Tirkan de careke din stasyon li kar vegeriya.

Artêşa Tirk a dagirker duh xebatkarên stasyona Elok derxistin û careke din av ji ser bajarên kantona Hesekê ku bi hezeran koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên nêzî xetên şer qut kir.

Hevseroka Gerîndetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ANHA’yê re wiha got: "Ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê av ji ser şêniyên bajarê Hesekê û derdora wê qut kiriye. Divê dewleta Rûsya ya garantor nehişta avê ji ser bajêr qut bikin. Lê wan rola xwe baş pêk neanî."

Sozdar Ehmed diyar kir ku girtina stasyonê karesatek e ku zêdetirî 1 milyon kes bê av dihêle û wiha pê de çû: "Em heta niha nizanin çima stasyon hatiye sekinandin. Beriya 3 rojan çete derfet nadin xebatkaran ku derbasî stasyonê bibin."

Sozdar got li gorî derfetên heyî dikarin avê bi rêya stêran li şêniyan belav bikin, bîran bikolin, gelek projeyên wan hene, dest bi hinekan ji wan kirine û hinekên din jî dê dest pê bikin û dê wekî her carê rastî aloziyê werin.

Sozdar Ehemd di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku destwerdanê bikin, stasyonê ji bin serweriya artêşa Tirk û çeteyên wê derxin, her wiha bang li şêniyan kir ku li ava xwe miqate bin û bi baldarî bi kar bînin.

Tê zanîn ku stasyona Elok a staratîjîk avê dide bajarê Hesekê, navçeya Til Temir, herêmên başûrê Hesekê mîna Hol, El-Erîşa, Şedadê û Mergeda. Her wiha avê dide kampên li herêmê mîna kampa El-Erîşa, Hol û Waşûkanî.

(bx)

ANHA


Mijarên Din