Dagirkeran jinek ciwan revand, malbat jî bang dike

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker jinek ciwan ji Reco ya kantona Efrîna dagirkirî revandin. Malbatê jî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku keça wan ji destê dagirkeran xilas bikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ji 18`ê Adara 2018`an ve binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlan didomîne. Jinan herî mezin ji wê tundiyê girtin.

Çeteyên dagirker beriya salû nîv jinekê jina ciwan a bi navê Valentîna Mistefa Hesen Arslan (23)  revandin dema ji gundê Dêrwîş diçû gundê Meydankê yê navçeya Şerayê.

Dayika Valetîna, Semîra Hisên Reşo ji ANHA`yê re deteyên revandina keça xwe parve kir û got: "Keça min dema diçû malê hevserê xwe ya li gundê Meydankî hate revandin. Jinek ji şêniyên Xûta Valentîna li parka Efrînê dît ku li ser xwe ve çûye dît."

Semîra wiha domand: "Înas (Jina ji Xûta) hemşîre ye. Keça min bi xwe re dibe bajarokê Kefer Nibul ê girêdayî Idlibê."

Semîra diyar kir ku Valentîna bi telefonê bi birayê xwe re yê li Stenbolê re axiviye û deteyên vê bûyerê jê re vegotiye. Her wiha anî ziman ku Valentîna hertim bi birayê xwe re diaxivî.

Lê beriya 8 mehan agahiyên malbatê ji Valentîna qut dibin. Ji ber wê malbatê bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kir ku keça wê herêmên dagirkeriyê xilas bikin û wê vegerînin malê xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din