Dagirkeran li Çiyayê Cûdî operasyonek dan destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Çiyayê Cûdî bi tevlîbûna hezar leşkerî û desteka hewayî dest bi operasyonekê kir.

Piştî ku Walîtiya Şirnexê qedexe li herêmê ragihand û şûnde operasyona leşkerî destpê kir.

Operasyona li Çiyayê Cûdiyê hatî destpêkirin hezar leşker tevlî bûye.

Operasyon bi desteka hewayî tê birêvebirin. Tevgera gelek helîkopter û balafirên keşfê yên bê mirov li herêmê digerin.

Berî operasyonê li 22 herêmên dikevin navenda Şirnex, navçeya Cizîr û Silopya ji bo 3 rojan qedexe lê hatibû ragihandin.

Çavkanî: ANF


Mijarên Din