Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên navê "Polîsên leşkerî" li xwe dikin ên girêdayî artêşa Tirk adagirker li navçeya Mabatayê 3 sivîl revandin.
Çavkaniyan gotin, sivîl bi tawana ku berê têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatin revandin û li beramberî berdana her sivîlekî 2 hezar dolar ji malbatên wan xwestin.
Li gorî çavkaniyan navên sivîlên hatine revandin wiha ne: Hemûdê Hisên (44), Zuhêr Mistefa Şaibo (36) û Zuhêr Henan Elîko.
ANHA