Dagirkeran li Efrînê kalemêrek bi îşkenceyê qetil kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kalemêrekî efrînê piştî 14 rojan ji revandinê di bin îşekenceyê de qetil kir.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyê li hundirê navçeya Raco ya dagirkirî dane, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 21’ê Sibatê de şêniyên bi navê Şêxmûs Qasim Mistefa(67) ji gundê Meydan Ikbesê revand.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker Şêxmûs Qasim Mistefa revand, lê piştî 14 rojan ji revandinê di bin îşkenceyê de hate qetilkirin.

Çavkanî diyar kir ku Mistefa di girtîgeha çeteyan a li navçeya Racoyê de bû û îro di saetên berbangê de çeteyan agahî da malbatê ku Mistefa jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê xwe wergirin.

Li gorî hin çavkaniyên dîtir, çeteyên Feyleq El-Şam a bi serkêşiya du serçeteyên bi navên Selîl El-Xalidî û Hîşam El-Humsî ku ji parêzegeha Humisê ne, li dijî sivîlên navçeya Racoyê sûcên hovane pêk tînin, mal û milkên wan desteser dikin, bi taybet li gundê Meydan Ikbes û gundên derdora wê, her wiha ji kokê 500 malbatên resen tenê 120 malbat li wir mane.

Li şûna wan şêniyên resen malbatên çeteyan hatine bicihkirin, hîna jî hin malbatên ji gund li derveyî malên xwe yên ku hatine desteserkirin, dimînin, mîna malbatên"Îsmaîl Sîno, Ehmed Comê û Îsmaîl Zada."

Li kêlek wê jî çeteyan, meleyê mizgeftê û du kalemêrên bi navên "Mihemed Şêxo Bilo û Ehmed Mûsa Bekir" yên ji şêniyên gund in, ji malên wan qewitandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din