Dagirkeran li Efrînê mewsima simaqê dizîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema dagirkirina Efrînê ve sûcan li dijî sivîlan pêk tînin û milkên wan talan dikin. Herî dawî çeteyan mewsima simaqê jî dizîn.

Çavkaniyên taybet ji Efrînê ragihandin ku çeteyên Semerqend ên alîgirên artêşa Tirk a dagirker mewsima simaqê ya  gelek gundan dizîn. Gundên ku mewsima wan hatine dizîn ev in; Ramadano, Hec Qasimo, Ruta û Gundê Mezin ên girêdayî bajarê Efrînê.

Hilberîna simaqê li kantona Efrînê bi taybet li navçeyên Bilbilê, Şera û Şêrawayê tê çandin. Çinîna wê her sal serî meha Tîrmehê destpêkê dike û di destpêka Tebaxê de bidawî dibe. Ev cure çandinî derfetên kar ji gelek şêniyan re peyda dike û ji bo xwediyê wê jêdera jiyanê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din