Dagirkeran li Efrînê êrişî sivîlan kirin: 13 sivîl birîndar bûn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Îska yê Cindirsê pêk anîn û 13 sivîl birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA'yê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Îska yê navçeya Cindirêsê girtin ser malên gundiyan û dest bi talankirina milkên wan kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dema şêniyan xwestin milkên xwe biparêzin, çeteyan gule li wan reşandin û 13 sivîl birîndar kirin. Ji wan Elî Cemo û Mihemed Osman hatin naskirin.

Dagirekran îro  18 sivîl ji gundên Kefersefra û Goran ên Cindirêsê revandin.

ANHA

 


Mijarên Din