Dagirkeran li gundên Serêkaniyê derbên giran xwarin

Şervanên QSD‘ê yên li eniyên gundên girêdayî Serêkaniyê di çarçoveya bikaranina mafê parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran da. Di bersivdayînê de derbên giran li dagirkeran hatin xistin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdorî 13:30‘an êrişî gundê Derdara yê girêdayî bajarokê Zirganê kirin. Şervanên QSD‘ê bi bersiva êrişan dan û êriş şikandin. Di bersivdayînê de hejmarek dagirker hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li eniya gundê Bîr Nûh ê Serêkaniyê panzêreke çeteyên hewl dan êrişî şervanê QSD’ê bikin lê panzêr ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate teqandin. Li gundê Esediyê jî erebeyeke çeteyan a ku doçka li ser bû dema ku hewlda êrîşî şervanên QSD‘ê  bike hate teqandin.

Li aliyekî din li heman eniyê komeke çeteyan ku ji 10 kesan pêk dihat êriş kirin. Şervanan bersiva dan êrîşê û li vir jî gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Li gundê Menacîr jî şervanên QSD‘ê bi hawanan  êrişa çeteyan şikandin. Li vir jî hejmarek çete hatin kuştin û birîndar kirin.

ANHA


Mijarên Din