Dagirkeriyê li gundewarê Qamişlo du bira birîndar kir

Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Girkê Zîra yê rojhilatê Qamişlo de du bira birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirk ji vê sibehê ve tax û gundewarê Qamişlo topbaran dike. Di topbarana li ser gundê Girkê Zîra yê rojhilatê Qamişlo de du bira Newaf û Fehed Elî birîndar bûn.

Birîndar veguhestin nexweşxaneyên bajêr.

(bb)

ANHA


Mijarên Din