Dagirkeriya dewleta Tirk li Til Rifatê hate şermezarkirin

Bi hezaran şêniyên Efrînê û yên Til Rifatê, daketin qadan êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Bi hezaran efrînî û şêniyên Til Rifatê herikîn Qada Bazarê ya navçeyê. Di destê wan de wêneyên şehîdan, birîndaran û şaxên zeytûnê hebûn û pankartên bi nivîsên "Efrîn xwîndar e êdî bes e ji binpêkirinên Tirkiyê re û Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye biparêze" vekiribûn.

Meş ji Qada Bazarê destpê kir. Şênî di nav kolanên sereke de meşiyan û sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê  û Serdemê berz kirin.

Meş li Qada Giştî rawestî, pişptî deqeya rêzgirtin bi navê efrîniyên li kantona Şehbayê dimînin Emîne Ehmed û bi navê xwendekarên Efrînê Fatme Mihemed daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin dewletên komploger li hember her projeyek çareseriyê armanc dike, li hev dikin û Sûriye bûye nêçîra wan dewletan.

Her wiha hate diyarkirina ku ev tişt di komîteya destûrî de dema nûnerên gelên Sûriyê yên rastîn ji wê hatin dûrxistin, isbat bû. Ew dixwazin temenê aloziya Sûriyê dirêj bikin û hêzên tundrew mîna DAIŞ`ê xurt bikin.

Di nav daxuyaniyê de hate zelalkirin ku di encama 9 salên aloziya Sûriyê de, nîvê gelê wê şehîd, penaber û koçber bûne û nîvê din jî çaranûsa wan heta vê kêliyê ne diyar e.

Di dawiyê daxuyaniyê de hate teqezkirin ku gelê Sûriyê hebûna tu hêzek dagirker li ser axa xwe red dike û banga li yekitiya axa Sûriyê hate kirin.

Piştre bi navê Meclisa Herêma Efrînê Şezye Ibrahîm axivî û teqez kir ku vîna gelên hevgirtî nayê şikandin.

Şezye di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsyayê hewl dide Efrînê ji şêniyên wê bide valakirin ji bo ku malbatên çeteyên xwe lê bi cih bike.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmet û Serdemê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din