Endama Konseya Rêveber a PKKʹê Mûrad Karayilan di hevpeyvînekê li gel Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de ku 22ʹyê Îlona borî hatibû parvekirin, ragihand ku zêdetirî 30 hezar leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê hene.
Ev hejmara mezin gelek pirsan li ser niyetên rasteqîn ên dewleta Tirk dide der. Li gorî nîşaneyên li ser erdê, Tirkiyê dixwaze hebûna xwe li herêmên Başûr ên ku dagirkirine mayînde bike.
BI SALAN ŞER
Ji 24ʹê Nîsana 2021ʹê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ku herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ne berxwedaneke dîrokî ji aliyê gerîlayên azadiyê ve li dijî êrişên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk tê meşandin.
Ev êriş ne nû ne, ji 2018’an ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên leşkerî li ser herêmê zêde kirine, lê ji bilî gerîlayan tu kesî bersiva van êrişan nade.
Dewleta Tirk ji gelek hincetan re propaganda dikir, lê li pey wan hincetan armancên rasteqîn veşartibû ku niyeta Erdogan a dagirkirina qadeke berfireh eşkere dike.
Piştî ku dewleta Tirk di şerê bi wekîlan li Sûriyê bi bin ket, di Tebaxa 2016’an de rasterast artêşa xwe xist dewrê û parçeyên ji xaka Sûriyê dagir kirin û bi dehan baregehên leşkerî li hundirê xaka Sûriyê ava kirin. Her wiha bi hezara leşkerên xwe belav kirin, ziman û pereyê xwe ya tirkî ferz kir, guhartina demografîk pêk anî û sûcan didomîne. Ev yek niyetên wê yên stratejîk ên firehkirina qada dagirkeriyê eşkere kirin.
Ev hemû hemwextî destwerdana wê ya leşkerî û siyasî ya li Lîbyayê, nakokiya Azerbeycanê û Ermenistanê li ser Qerebaxê pêk dihatin. Bi wê re eşkere bû ku dewleta Tirk israr dike ku herêmê dagir bike.
Di demekê de ku zêdegaviyên dewleta Tirk li cihên din rojeva ragihand û qada dîplomasî bûn, êrişên wê yên li ser Başûrê Kurdistanê derveyî rojev û nîqaşan e. Bêdengî û bêhelwestiya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, rê li ber wê vedike ku ji bo pêkanîna armanc û planên xwe kar bike. Lê hêzên gerîla texmînên dewleta Tirk û planên wê yên stratejîk vala derdixin.
Murat Karayilan gotibû: "Cara yekemîn di dîroka Kurdistanê û dîroka têkoşîna me de ye, berxwedan ji zêdetirî 5 mehan bê navber li eniyek bilind dibe û dewleta Tirk rawestand."
Ev yek asta israra dewleta Tirk a ji bo temamkirina armancên xwe diyar dike. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pêkanîna van armancan asteng dike. Ji lew re dewleta Tirk a dagirker hewl dide PKK’ê têk bibe û di şerê xwe de çekên kîmyawî û cureyên din ên pêşketî bi kar tîne.
BELAVBÛNA MEZIN A LEŞKERÎ
Li gel hevkariya domdar a hikumeta navendî ya Bexdayê û ajantiya PDK’ê, dewleta Tirk gelek herêmên Başûr dagir kirin.
Dewleta Tirk zêdetirî 30 hezar leşker li herêmê belav kirine. Murat Karayilan da zanîn ku bi dehan baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene û ji her demê zêdetir gefan li herêmê dixwin.
Hejmara mezin a leşkerên dewleta Tirk gelek pirsan li ser niyet û armancên wê bi xwe re tîne. Diyar e ku dewleta Tirk amadekariya hebûna xwe heta demeke dirêj an jî mayîned li Başûrê dike. Dewleta Tirk baregehên leşkerî li herêmê ava kirin û hîna bi hevkariya PDK’ê baregehên din ava dike.
Li gorî stratejiya leşkerî û li gorî gelek pisporên leşkerî, sewqiyata mezin a hêzan hebûna plana kontrolkirina herêmê heta demdirêj û sekna li hember çi gefên li hember van planan, nîşan dide.
Li gel van sewqiyatên mezin û avakirina bi dehan baregehên mezin, texmîna ku dewleta Tirk a ku dê di demeke nêz de ji Başûrê Kurdistanê vekişe, bi dawî dike.
Li gel berdewama êrişan, diyar dibe ku dewleta Tirk hewl dide gelek herêmên din dagir bike, ev yek îro gefên hebûnê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dixwin.
SENARYOYA QIRISÊ DÛBARE DIKE
Di 20’ê Tîrmeha 1974’an de dewleta Tirk bi îdiaya parastina qibrisiyên tirk, 40 hezar leşkerên xwe ji bo dagirkirina parçeyeke mezin şandin Qibirsê û îdia kir ku ev yek wekî bersiva darbaya leşkerî ya Yewnanistanê ya li Qibirsê pêk aniye.
Dewleta Tirk ji sedî nêzî 35 xaka Qibrisê dagir kir û "Komara Bakur a Qibrisê ya Tirkiyê" ava kir. Ji bilî dewleta Tirk, tu dewlet vê komarê nas nake, tevî ku ji sedî 80 ji şêniyên qibirsî yên yewnanistanî bûn ku dewleta Tirk piranî ji wan ji xakên dagirkirî derxistin.
Dewleta Tirk, bi hêza çekdarî komara Qibrisê kir du beş û ev rewş li ser niştecihan û civata navneteweyî ferz kir.
29’ê Îlonê, serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ragihandibû ku wekî bersivdana rakirina qedexeya dayîna çekan ji Qibrisê re ji hêla DYA’yê ve, dê hêzên xwe li bakurê Qibrisê xurt bike.
Siyaseta ku dewleta Tirk li Qibirsê dimeşîne, ji ya li Başûrê Kurdistanê pir cûda nîne. Dewleta Tirk bi rêya belavkirina bi hezaran leşkerên xwe û avakirina bi dehan baregehan hewl dide dagirkerî û hebûneke mayînde li ser herêmê ferz bike.
Ev yek bi beşdariya PDK’ê pêk tê ku agahiyên îstîxbaratî pê re parve dike, hêzên gerîla dorpêç dike û hewl dide şerekî di navbera kurdan derxîne. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze eniyekî din li dijî PKK’ê veke da ku wê lawaz û bi dawî bike. Di encamê de astengiyên li pêş dewleta Tirk ku hewl dide parçeyên fireh ji Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi dawî bibin.
Li ser mijarê Murat Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk dê hevkarên xwe jî tune bike dema ku pêwîstiya wê pê bi dawî bibe û got: "Ger dewleta Tirk li Zap, Avaşîn û Metîna nehata sekinandin, tu kesî nizanî wê bi ku ve biçûya." Karayilan bi wê yekê îşaretê pê dike ku heke dewleta Tirk xeta parastinê ya ku PKK’ê di navbera Başûr û sînorê dewleta Tirk de çêdike, derbas bike wê PDK’ê û destkeftiyên gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê li pêşberî xetereyê rû bi rû bimînin.
Karayilan diyar kiribû ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere niyetên xwe yên dagirkirina 32 kîlometre li seranserî sînor ji Efrînê heta bi Xakurkê eşkere kirin, lê di nîqaşên xwe yên hundirîn û planên xwe de hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne.
(fr)
ANHA