Dagirkeriya Tirk alîkariyên nû ji çeteyan re şandin

Li herêmên qaşo bêçek tevî ku Rûsya û dagirkeriya Tirk agirbest lê ragihandibû jî, şer berdewam e. Her wiha çeteyên dagirkeriya Tirk bi fermanên ji Tirkiyê di şandina amadekariyên leşkerî de li herêmê berdewam in da ku pêşdeçûna hêzên rejîmê rawestînin. Li rexê jî çeteyên dagirkeriya Tirk, hêzên rejîmê bi bikaranîna gaza klorê tawanbar kirin.

Tevî agirbesta ku Rûsya li Sûriyê ragihandiye û ya ku ber bi dawiyê ve diçe, di navbera hêzên rejîmê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê û çeteyên dagirkeriya Tirk de, di serî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û piştgiriya Tirkiyê ya çeteyan da ku dorê li Rûsyayê di şerê Laziqiyê de bigirin, didome.

Dagirkeriya Tirk çete ji Cerablus, Bab û herêmên dîtir ji Idlib û Hemayê re da ku piştgiriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Cebhet El-Weteniye bikin, şandin. Her wiha hin ji wan koman şandin bajarê Efrîna dagirkirî jî. Li rexê jî amadekariyên leşkerî ji çekên giran û navîn jî şandin wan deveran.

Di şerên ku hê jî li herêma qaşo bêçek de, çeteyên dagirkeriya Tirk ragihand ku tankeke hêzên rejîmê li eniya Hiwêz a bejahiya rojavayê Hemayê rûxandine.

Malperên girêdayî çeteyan ragihand ku erebeyeke leşkerî tê de leşkerên hêzên rejîmê hebûn, li ser rêya Hiwêz a Sehil El-Xab a bejahiya rojavayê Hemayê rûxandine. Her wiha li rexê jî kuştî û gelek birîndar ji leşkerên Feyleqa 5’an a girêdayî hêzên rejîmê piştî hewldanên wan ên pêşdebirinê li aliyê Biwêda ya bakurê Hemayê, hene.

Ji aliyekî din ve jî hêzên rejîmê gundê Kerîm û gundên li çiyayên Şehşebo yên rojavayê Hemayê û bajarokê Hibêt ji baregeha leşkerî ya Rûsyayê ve ji gundê Birêdîc ê bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin. Di encamê de jinek û zarokek hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. Lê hêzên rejîmê ragihand ku bi dehan çeteyên dagirkeriya Tirk kuştine.

Di hedefgirtina balafirên Rûsyayê de nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirk li Idlibê, Nexweşxaneya Meryem a welidandinê li bajarê Kefir Nibul ê başurê Idlibê ji xizmetê derket. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi kuştina 2 milîsên xwe û birîndariya 7’ên din jî li derdora Idlibê di topbarana ji aliyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên dagirkeriya Tirk ve, li xwe mukir hat.   

Piştî dagirkeriya Tirk şer veguhast Laziqiyê, piştvaniya çeteyan a bi çekan li Idlibê kir. Dagirkeriya Tirk bi rêya çapemeniya çeteyan, rejîm û Rûsya bi hedefgirtina çeteyan a gaza klorê tawanbar kir.

Wezareta Parastinê ya Sûriyê bikaranîna çekên kîmyasal red kir. Berpirsekî ji Wezareta Karên Derve ya rejîmê ji ajansa SANA’yê re raber kir ku komên terorîst û hin torên çapemeniyê yên girêdayî wan bi perspektîfên ji kesên bi kar tînin ve, nûçeyek derewîn û çêkirî der barê bikaranîna artêşê çekên kîmyasal li bajarokê Kebane yê bejahiya Laziqiyê de, belav kir.

(fr)


Mijarên Din