Dagirkeriya Tirk ava bendava Şehbayê qirêjî dike

Bendava Şehbayê ji bendavên stratejîk ên li gundewarên Helebê ye. Bendav bajêr ji lehiya çemê Qiwêq diparast û gola wê ji cotkdaran re sûdewar bû. Lê çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ava wê qirêjî dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve şerê taybet li hemberî gelê Sûriyê pêk tîne û aktora sereke ya dirêjkirina temenê aloziyê ye. Di heman demê de talankera aboriya herêmê ye.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser şopan çeteyên DAIŞ‘ê yên demekê herêmên Şehbayê dagir kiribûn bi armanca ku şêniyan bixin dorpêçê û nehêhin cotkar zeviyên xwe av bidin, gola bendava Şehbayê qirêjî dikin.

Bendava Şehbayê ya dirêjahiya wê 129 km, di sala 1966‘an de hate avakirin. Bendav rê li ber lehiya çemê Qiwêq digirt.

Bendava Şehbayê ku firehiya wê 200 hektar e, dikeve navbeyna gundên Til Medîq, Qewl Sirûc û Semoqayê yên başûrê rojhilatê herêma Ezazê. Her wiha wekî bendekî axê ji bo parastina bajarê Helebê ji lehiyên çemê Qiwêq bû, lê hin beşên wê di sala 1969‘an de rûxiyan û bû sedema lehiyê.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re yan jî piştî qutkirina avê li ser bendavê ji aliyê dewleta Tirk ve, geliyên gola bendavê ku di gundên kantona Şehbayê re derbas dibûn, zuha bûn û di destpêka 2019‘an geliyên golê ji nû ve herikîn yanî piştî ku av hat berdan.

Cotyarên gundên Şehbayê zeviyên xwe ji ava geliyên çem av didin. Cotyarê bi nave Hec Hesen Tehan ji navçeya Fafînê ya çem tê re derbas dibe, dibêje rewşa wan ber bi nebaşbûnê ve diçe piştî ku çem zuha bû û av li ser gundan qut û got: "Niha em neçar man ji ava bîran zeviyên xwe av bidin, lê hewcedarî bi mazotê û jeneratoran heye, di demekê de ku li herêmê aloziya mazotê heye."

Di 29‘ê Çileya 2013‘an de komkujî li ser welatiyên Sûriyê hatin kirin û cenazeyê 100 kesan bi cilên sivîl di çem de hatin dîtin.

Piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê li gundên Şehbayê rojane termên sivîlan li derdora golê dihatin dîtin.

Şêniyên herêma Şehbayê diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê di salên 2014-2015‘an de gelek sivîl kuştin û termên wan avêtin gola bendavê, niha jî çeteyên dagirkeriya Tirk jî heman rêbazê pêk tînin û qirêjê diavêjinê ku bêhna nexweş jê tê.

ANHA


Mijarên Din