Dagirkeriya Tirk bax û baxçeyên efrîniyan dan ber agir

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê bax û baxçeyên sivîlan dan ber agir.

Çavkaniyên ji kantona Efrînê diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro zeviyên genim û zeytûnan ên şêniyan gundên Kîmar, Kebaşîn, Kefer Nabo, Burc Heyder û gundê Berad ên navçeya Şêrawayê dan ber agir.

Duh jî leşkerên Tirk li gundê Burc Qas ê Şêrawayê jinek ciwan bi navê Menar Elî Nasro bi guleyekê birîndar kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku rewşa Menar baş e.

ANHA

 


Mijarên Din