Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê carek din gundê Şewarxe topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din gundê Şewarxe yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi çekên giran û topan bomebaran dikin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li herêma Ezazê bi cih bûne îro êvara Duşemê gundê Şewarxe yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi çekên giran û topan dikin hedef. Top li hejmarek malên şêniyên gund ketin. Lê miqdara ziyanê nehate zanîn.

Her wiha topbaran hîna berdewam e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 6`ê Gulanê de gundên Malîkiye, Şewarxe û Merenaz yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi çekên giran û topan bombebara kirin. Di encamê de zirarên madî gihaştin milkên şêniyan.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din