‘Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sivîlan dikin armanc da ku îradeya wan bişikînin’

Şêniyên navçeya Til Rifet û kantona Efrînê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlan dikin armanc û zirarê digihînin mal û milkên wan.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 19`ê Mijdarê de êrişên xwe li ser navçeya Til Rifet li kantona Şehbayê dest pê kirin. Çete bi topan û çekên giran ji herêma Ezazê êriş dikin. Di encama bombebaranê de zirarên madî di mal û milkên sivîlan de pêk hatin.

Şêniyên Til Rifetê û şêniyên Efrînê yên li Til Rifetê dimînin, ji ajansa me re têkildarî bombebaran û armanca dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê di hedefgirtina sivîlan de axivîn.

Mihemed Reşîd koçberê ji Efrînê, qala êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên wan kir û wiha got: "Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi top û çekên giran êrişî navçeya Til Rifetê dike. Tê zanîn ku li kantona Şehbayê sivîl tenê dimînin, şêniyên herêmê û şêniyên Efrînê ku neçar mane ji ber êrişên dagirkeriya Tirk koçber bibin, lê dimînin. Va ye heta vir me bombebaran dike.”

Reşîd êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Em daxwaza derxistina dagirkeriya Tirk ji kantona Efrînê û hemû xaka Sûriyê dikin, da ku gelê Sûriyê bi hev re çareseriyeke siyasî û leşkerî dûrî destwerdanên derve bibîne.”

Welatiyê bi navê Semîr Zilfo behsa trajediya xwe dike û wiha anî ziman: “Dinya şev bû, ez û malbata xwe li malê bûn, ji nişka ve artêşa Tirk navçeya Til Rifet topbaran kir. Jixwe ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk hewl dide vîn û israra me têk bike, lê belê dê negihîje miradê xwe.”

Semîr diyar kir ku berdêl çi dibe bila bibe, da ku vegerin warê xwe anku kantona Efrînê, ew ê li ber xwe bidin û qirêjiya artêşa Tirk dê îflas bike.

Welatiyê bi navê Enwer Nacî ku ji şêniyên navçeya Til Rifet e û ji pêkhateya Ereb e, da zanîn ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmê Ezazê, ew kirin armanc û artêşa Tirk bi siyasetên koçberkirin û guhartina demografiyê sivîlan dike armanc.

Her wiha Necî got gelên Sûriyê êş û azara koçberkirin û qetilkirina êrişên artêşa Tirk kişandine, ji ber vê yekê divê yekser artêşa Tirk ji xaka wan vekişe, her wiha hêviya garantiya aramî û aştiya li herêmê kir. Enwer Nacî piştrast kir ku ew li dijî êrişên li dijî xaka Sûriyê hevgirtî ne.

(eh-jo)

ANHA


Mijarên Din