Dagirkeriya Tirk dibistanên Efrînê dike bargehên xwe yên leşkerî

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, gelek  dibistanên Efrînê kirin bargehên xwe yên leşkerî û zindan.

Di dema dagirkeriya Tirkiyê ji kantona Efrînê re, xebata  perwerdeyê nema, li cihê wê sîstema zindanan, guhartina dîmografiyê, binçavkirin û tirkumenkirinê hate rûniştin. Di vê derbarê gelek dibistanên girêdayî Efrînê artêşa Tirk veguhrandin barageh û zindan.

Têkildarî mijarê ajansa me dema ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê yên ku dibistanên navçeya Mabata, Şiyê û navenda bajarê Efrînê veguhastin navend û baregehên leşkerî yên çeteyan, belge kir.

Têkildarî mijarê dagirkeriya Tirkiyê dibistana şehîd Azîma(Dibistana Emîr Gabarî ya berê), ku dikeve qada Azadî ya li navenda bajarê Efînê, kirine navenda leşkerî û perwerdekirina komên çeteyên û ajanên xwe. 

Her wiha li navçeya Mabata jî çeteyan dibistana şehîd Sîdo(Dibistana amadehî û navîn ên navçeya Mabata) veguhastine navenda çeteyên El-Mintesirbilah. Di vê derbarê de di wêneyên ku bi veşartî hatine kişandin de, diyar dibe ku çawa çeteyan li derdora dibistanê beden lêkirine.

Di heman demê de jî dibistana şehîd Xeyrî ya girêdayî navçeya Şiyê çeteyan kirine navenda çeteyên El-Amşat.

Li navçeya Raco jî dibistana navçeyê veguhastina navenda leşkerî ya girêdayî çeteyên dagirkeriya Tirkiyê.

Di vê derbarê de gelek dibistanên li gundan bi taybet veguhastine zindanên girêdayî çeteyan û şêniyên herêmê beramberî fidyan direvînin û li zindanan bi cih dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din