Dagirkeriya Tirk dîroka herêmê talan dike

Bi dehan cihên dîrokî yên Efrînê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin kolandin û dizîn. Heta niha talankirina zêdetirî 16 hezar parçeyên dîrokî ji Sûriyê hatiye tekezkirin. Ev parçeyên dîrokî di muzexaneyên Tirkiyê de ne kû piraniya wan ên şûnwarên Efrînê ne.

Tirkiyê bi armanca wêrankirina Sûriyê û talankirina talankirina welêt destwerdan kir. Ev jî di talanklirina kargehên Helebê de û veguhestina wê ji Tirkiyê re diyar bû. Niha di talankirina parçeyên dîrokî û veguhestina wan a muzexaneyên Tirkiyê de diyar dibe.

Di vê raporê de em dê hewl bidin ronahî berdin ser girîngiya cihên dîrokî yên Efrînê yên  ku hatine kolandin û parçeyên wê hatine talankirin. Di Efrînê de 144 cihên dîrokî hene.

Vekolandina bêserûber di cihên dîrokî de ku dîroka wan vedigere bi hezaran salan

Nebî Hûrî cihek dîrokî ye li Efrînê ye. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, çeteyan bi wesayîtên giran kolandin. Ev tê wateya şikestina parçeyên dîrokî mîna qizêz, fexar û tabloyên mozayîk.

Tevî wê jî şikefta El-Dîdriyê hate wêrankirin. Ev şikeft ji cihên herî girnîg ku hatiye vedîtin tê hesibandin . Tê de hestiyê mirovê ji neslê Neyandertel a ku vedigre zêdetirî 100 hezar sal berê hate dîtin.

Ji cihên din jî yên ku bi temamî hatine wêrankirin perestgeha Eyn Dara ya dîrokî ye. Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran perestgeh kir hedef. Di encamê de deriyê sereke yê têketina perestgehê ji aliyê başûrê rojhilat ve wêran bû. Ev cih vedigere serdema klasîk.

Li gorî ku hatiye belgekirin, artêşa Tirk a dagirker piştî kolandinên di Eyn Darayê de kirine, komek peykerên din ji kevirê baziltî û hinek ji kevirê kilsî yê spî hatin dîtin.

Yek ji wan peykeran mîna ku di dîmenên li ser malperên civakî de hatine belavkirin de belî dike,  serê peykerê li rex bedenê peykerê hatiye avêtin û hîna zêdetirî nîvê bedenê peykerê ji kevirê baziltî yê reş xuya dibe. Kevirê baziltî madeya sereke di avakirina peykaran de û zemîna perestgehê hatiye bikaranîn.

Lê peykera din ku di dîmenan de belî dike, dişibe peykerên ku di dîwarên perestgehê de hatine xêzkirin. Tevî wê du peykerên din ji kevirê kilsî belî dikin, yek wek serê mirovekî ye û ya din serê mirov e û bendenê lawiran e. Her wiha di dîmenan de tireksek ku di perestgehê dikole xuya dike. Tevî her du gundên Eyn Dara û Kurzêlê.

Girê Cindirêsê yê dîrokî ku dikeve aliyê başûrê navçeya Cindirêsê, ew jî bi vekolandinan hatiye binpêkirin. Çeteyan ji bo derxistina kenz û parçeyên dîrokî ji bin erdê bi taybet ji aliyê başûrê gir ve, gir gelek kolandine. Tevî wê jî dagirkeran bargehên xwe yên leşkerî li lûtkeya gir ava kirine.

Li gorî hevserokê Gerînendeya Şûnwaran Hemîd Nasir dagirkeriya Tirk heta niha zêdetirî 16 hezar parçeyên dîrokî yên Sûriyê talan kirine. Piraniya wan ji şûnwarên Efrînê ne. Nasir diyar kir ku piraniya wan parçeyan di muzexaneyên Tirkiyê de ne.

Wêrankirina 35 girên dîrokî

35 girên dîrokî yên gund û navçeyên kantonê yên cuda, ji bingeha 92 girên dîrokî rastî vekolandinê û wêrankirinê hatin.

Ji wan: Girê gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabatayê, girê El-Dîdriyê rojavayê bajarokê Meydankî, girê Zivingê, girê Ibêdan, girê Sewan, Qurbe, girê Stêr, Ên Hecerê(Eyn Hecer), Kefer Rûmê, girê Cûmkê, girê Sindiyangê, girê Durumiyê û girê Meydankî.

Li gorî wêneyên ku me bi dest xistine, li ser girê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê çeteyên dagirker di vekolandinan de bildozerê bi kar tînin. Ev alav di du nuqeteyan de yek li başûrê  lûtkeya gir û yek din li ser lûtkeyê xuya dibe.

Her wiha Dêra Marmaron a dîrokî ya ku di 2011`an de kete lîsteya parastina şûnwaran a UNESCO`yê ji cihên dîrokî yên ku hatiye talankirin û wêrankirin e.

Dagirkeriya Tirk gelek tabloyên mozaîk ên kevnar ji Xirabê Zira yê gundê Tirmişa û gundê Elbîskê yê navçeya Recoyê dizîne. Her wiha çeteyan girê Avrazê yê navçeya Mabatayê kolandin. Ev gir kevnar û dîrokî ye.

Peydakirina parastina ji cihên dîrokî di 4 gundan de

Tevahiya cihên dîrokî yên ku niha di bin serweriya dagirkeriya Tirk de têne binpêkirin. Lê cihên dîrokî yên di 4 gundên navçeya Şêrawayê hene bi hewcedariya parastinê ne.

Tevî ku Gerînendeya Şûnwaran a girêdayî rejîma Sûriyê bi daxuyaniyekê talankirina dagirkeriya Tirk şermezar kir jî, lê bicihbûna hêzên xwe di perestgehên dîrokî de li gundê Dêr Mişmişê û gundê Mezin paşguh kir.

Nûçegihanên anajsa me karîn xwe bighînin gundên navçeya Şêrawayê yên dorpêçkirî û rewşa cihên dîrokî yên wan gundan şopandin. Li wan gundan cihên dîrokî yên gelek girîng hene mîna perestgeha gundê Kalûte, Dêr Mişmişê, gundê Mezin û Başemra.

Me nekarî nêzî perestgeha dîrokî ya gundê Mezin, Dêr Mişmişê û Başemrayê bibin. Ji ber ku li ser xeta eniyan bi dagirkeriya Tirk re û ji hêla çeteyan ve têne hedefgirtin.

Li gorî me di perestgeha Kalûta ya dîrokî de şopandiye beşê başûrê rojavayê perestgehê di encama topbaran Tirk de wêran bûye, tevî ku dîwarê perestgehê yê başûr ber bi derve xwar bûye.

Ev perestgeh di qirna duyemîn de piştî zayinê ji hêla Roman ve tê avakirin. Di qirna çaramîn de keşîşê Suryanî Marmaron lê bi cih dibe. Keşîş Marmaron ji girîngtirîn kesayetên Sûriyê û Lubnanê yên Suryanî bû. Perestgeh veguherand dêrek Suryanî. Piştre diçe gundê Kefe Nebo û li wir dimire. Piştî wê cenazeyê wî tê rakirina gundê Beradê.

Di serdema Îslamî de Hemdaniyan ji ber cihê perestgehê  yê stratejîk li ser girekî ku herêmê bi giştî hemêz dike, perestgeh vediguherînin kelehekê.

Ji aliyekî din ve hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a kantona Efrînê Hemîd Nasir banga avakirina komîteyek navdewletî ji bo şopandina rewşa şûnwarên ku dikevin bin serweriya dagirkeriya Tirk kir. Nasir destnîşan kir ku wan bi dehan cihên dîrokî yên ku hatine talankirin û wêrankirin belge kirine.

Hemîd Nasir tekez kir ku pêwîste cihên dîrokî yên ne di bin serweriya dagirkeriya Tirk de bi taybet li gundên Şêrawayê werin parastin. Ev cih dem demê rastî topbaran dagirkeriya Tirk tên.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din