Dagirkeriya Tirk gundên Şehbayê topbaran dike

Dîsa artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanên ajansa me  ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a û çeteyên wê vê şevê (Çarşemê) gundê Hirbil û gundên derdora wê yên kantona Şehbayê bi roket û çekên doçkayê topbaran dikin.

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê vê sibehê gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi zêdetirî 150 roketan topbaran kir. Di encamê de gelek ziyanên madî gihaştin mal û milkên şêniyan.

(fr)

ANHA


Mijarên Din