Dagirkeriya Tirk li gundekî Girê Spî komkujiyek pêk anî

Dagirkeriya dewleta Tirk bi balafirên keşfê êrişî gundê Qirinful ê Girê Spî kirin. Tê gotin ku hejmarek sivîl şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê gundê Qirinful ê rojavayê Girê Spî bombe kirin. Li gorî agahiyan  bombe li malên sivîlan kirin, di encamê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku ji ber balafirên hîna li ser gund digerin tu kes nikare biçe birîndar û şehîdan rakin.

ANHA


Mijarên Din