Dagirkeriya Tirk malên sivîlan dike bargehên leşkerî

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên der mirovî li Efrînê didomînin. Hêzên dagirker di rojên dawî de li gundê Kîmarê 15 malên şêniyan desteser kirin û kirin bargehên leşkerî.

Gundê Kîmarê yên navçeya Şêrawayê 8 km dikeve başûrê bajarê Efrînê. Kîmarê gundekî kavnar e, tê de qesir û malên dîrokî hene, li aliyê rojhilat qubeya du wêneyên tawîsan lê hatine xêzkirin û ji aliyê li aliyê başûr dêrek hene.

Artêşa Tirk a dagirker 8‘ê Nîsana derbasbûyî di çarçoveyan binpêkirinên xwe de de,  dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Efrîn kir. Hêzên dagirker piştî ku darên zeytûnan ên şêniyên birîn  dest bi lêkirina dîwaran kir. Dagirkeriya Tirkiyê  û çeteyên wê ji gundên Kîmarê û Cilbirê yên navçeya Şêrawayê heta gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê dîwar kir.

Çavkaniyên taybet ji hundirê gundê Kîmarê ji ajansa me re ragihand ku dagirkeran piştî ku 300 metre ji dîwarê parçekirinê lêkir bi bilindahiya 3 metreyan, zêdetirî 15 malan desteser kir û veguherand bargehên leşkerî.

Şêniyê bi navê I.E yê ji gundê Kîmarê ji nûçegihana me re got, artêşa Tirk û çeteyên wê nahêlin şêniyên gund li nêzî dîwarê parçekirinê bigerin yan jî biçin nav zeviyên xwe yên nêzî herêma dîwarê li bakurê rojhilatê gund. Her wiha telefonên bi kamîreyên wan hene, ji şêniyên ku nêzî dîwarê dibin têne desteserkirin.

Şênî I.E. destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk şêniyek bi navê E.S. bi hinceta ku nêzî herêma leşkerî ye ji mala wî derxistiye.

Heman çavkaniyî da zanîn ku, çeteyên dagirkeriya Tirk xetên telefonê birîne û şêniyan neçar kirine ku xetên Tirkî bikirin.

Dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê parçebûnê li her du gundên Meryemîn û Cilbirê didomîne.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din