Dagirkeriya Tirk nuqteyên Rejîmê bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya  Tirkiye ragihand ku hêzên wan hin nuqteyên girêdayî hêzên Rejîmê bombebaran kirine. Wezaretê got ev êrîş bersiva êrîşên Rejîmê yên li ser hin nuqteyên wan e.

Wezareta parastina dagirkeriya Tirkiyê ragihand ku di  êrîşa li dijî nuqteya kontrolê ya Tirkiyê li Idlibê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 3’yên din jî birîndar bûne. Wezaretê diyar kir ku êrîş ji hêla rejîma Sûriyê ve pêk hatiye.

Têkildarî mijarê Wezaretê îşaret pê kir ku êrîş bi roketên hawin û topavêjan pêk hatiye û bi mebest e. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gor Wezaretê daxuyandî ye, serokê erkanê Tirkiyê bang baylozxaneyê Moskowê ya li Enqereyê kir ku bersiva êrîşê dê dijwartirîn be.

Li aliyekî dîtir jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê raber kir ku hêzên Rejîmê şevê berê êrîşî nuqteya Tirkiyê li Şêr Mixar ê bejahiya bakurê Hemayê kiriye. Navendê tekez kir hêzên dagirkeriya Tirk jî bersiva êrîşê li nuqteya kotrolê ya El-Kerîm a girêdayî hêzên Rejîmê ya li Sehil El-Xab a Hemayê daye.

Navendê îşaret pê kir ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê nuqteya hêzên Rejîmê ya li Gora Fida û derdora Sehil El-Xab a bakurê Hemayê ku bersiva êrîşa Rejîmê ya li ser nuqteya Tirkiyê bidin, bombebaran kiriye.

Parêzgeha Idlibê, bejahiya bakur Hemayê, rojavayê Helebê û parçeyekî biçûk ji bejahiya bakurê Laziqiyê li gor peymana Îlonê 2017’an a di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de li paytexta Kazexistanê li dar ketiye, herêmên qaşo bêçek in.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyyip Erdogan û yê Rûsyayê Valadimir Putîn di 2O18’an de li ser avakirina herêma “bêçek” û ji çeteyan vala, li hev kirin. Berpirsiyartiya wê jî Tirkiyê hilgirt. Lê Tirkiyê li gor bendên peymanê tevnegerî. Ev jî bû sedema hêzên Rejîmê û Rûsyayê di 30’yê Nîsanê de êrîşên leşkerî dest pê bikin.

(fr)


Mijarên Din