Dagirkeriya Tirk tevgera xwe li Idlibê zêde dike

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibehê karwaneke leşkerî ya dewleta dagirker a Tirk ji 15 alav û erebeyên leşkerî derbasî xaka Sûriyê bûn.

Li gor nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, karwan di dergeha Xirbit El-Coz a bejahiya rojavayê Idlibê re derbas bû û berê xwe da nuqteya Iştebreq. Dûvre jî berê xwe da nuqteya Şêr Mexar a çiyayê Şehşebo.

Ev pêngav jî bi rasthatina bilindbûna asta şer û serweriya rejîmê li ser gundên bejahiyên bakurê Hemayê pêk hat.

Nuqteyên dagirkeriya Tirkiyê yên li Idlibê car caran ji hêla hêzên rejîmê ve tên bombebarankirin.

(fr)


Mijarên Din