Dagirkeriya Tirk Til Rifetê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran dike.

Nûçegihanên me ji Şehbayê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundên Kefer Xaşir û Kelcebîrên bi çekên giran navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran dikin. Hate gotin bi gelek top li navçeyê ketin.

Têkildarî ziyanên topbaranê ti zanyarî nehatin bidestxistin.

Topbaran didome.

ANHA


Mijarên Din