Dagirkeriya Tirk zêdetirî 11 hezar hektar ji daristanên Efrînê şewitand

Dagirkeriya Tirkiyê şerê xwezaya Efrînê jî dike. Agir bi daristanên wê xistin û dar qut kirin, bi wê yekê hewl dide xwezaya Efrînê ji kokê de xerab bike.

Dagirkeriya Tirkiyê ji 15`ê Nîsanê ve careke din dest bi pêxistina agir bi daristanên Efrînê û zeviyên çandiniyê kir, herî dawî şevê din agir bi zeviyên çandiniyê yên gundê Gundê Mezin ê navçeya Şêrawa xist.

Dagirkeriya Tirkiyê darên zeytûnê û darên daristanan bi berfirehiyeke mezin qutkirin û agir bi zeviyan xist.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê agir bi daristanên Tetera, Qesîrî û Qaziqlî yên navçeya Cindirêsê xist, her wiha aliyekî di navbera gundên Kobik û Siwiya ya navçeya Mabata xist.

11 hezar hektar ji eslê 33 hezar hektar ji daristanên sinûbera xwezayî û yên çandî li Efrînê qut kirin û şewitandin.

Çavkanî teqez kir ku êzing û fehma ku ji darên hatin qutkirin li sûkên herêmên dagirkirî ji Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablûs û Idlibê bi buhayê 15 hezar lîreyên Sûriyê ji her tonekî tê firotin.

Çete careke din çiyayên Sarsîn, Xerabê Simaq, Koriyê, Kemreş, Sorkê, Cerqa yên navçeya Raco agir pê xist, her wiha nêzî nîvî daristanên çiyayê Hawar (cihên Bafran, kela Hawar û Rîşa Esiyê), li çiyayê gundê Roota (çiyayê kendalê Cehenim) û Remedana û Korda ya navçeya Mabata û li daristanên gundê Tetra, Hec Hesna, Qazqilî û Şêx Mihemed û Colaqa yên navçeya Cindirêsê û daristana Cezîrê li navenda berava Meydankê.

Revandina şêniyan

Tu roj di ser şêniyên Efrînê re derbas nabe ku rastî revandin neyên û ji bo şêniyên revandî pere dixwazin, tune ye.

Çete mamosteyên li dibistanên Efrînê direvîne, mamosteyê bîrkariyê Mihemed Hesen ji gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê ji nêzî 20 rojan revandin û hîna çarenûsa wan ne diyar e.

Çete li kêleka revandinê, destdirêjiyan li ser jinan dikin. Li gorî çavkanî diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê êrîşî yek ji malên jinan li navenda bajarê Efrînê kir û destdirêjî kirin, her wiha zarokê wê revandin, ji ber dengê qîrîna jinê, şênî kom bûn û çete neçar man birevin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din