Dagirkeriya Tirkiyê dîwaran di navbera gundê Efrînê de lêdike

Hêzên dagirker di navbera gundên Efrînê de dîwaran lêdike û bargehên leşkerî ava dikin. Her wiha burcên peywendiyên yên Sûriyê radike û li şûna wê burcên Tirkî datîne.

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine di nava bêdengiyeke navdewletî de pîvanên navdewletî bin pê dike.

Di nava gundên Efrînê de dîwaran lêdike

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ji ANHA‘yê re diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê di navbera gundên Efrînê de û gundên li beramberî kantona Şehbayê û derdora bargeh û navendên xwe bilindbûna 3 mîteryan dîwaran lêdike.

Çavkaniyan destîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê di navbera gundên Kîmar û Berad. Meryemîn û Cilbirê dîwar lêkirine û her wiha li derdora gundên navçeya Şêrawayê sînor xêz kirine.

Dagirkeriya Tirkiyê çend roj beriya niha li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê 15 mal, avahiya saziya çandiniyê, dibistana gund hilweşandin da ku bargehên xwe yên leşkerî li çûna wan ava bikin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku çeteyên girêdayê dewleta Tirk a dagirker li gundên herêma Racoyê mayîn di nava bax û baxçeyan de bi cih kirin, di encamê de ziyana gihiştin zeviyên şêniyan. Di heman demê de tevegera welatiyan asteng dike da ku nehêlin kes ji navçeyê derkeve an jî biçe nav zeviyên xwe.

Bargehên çeteyên "Çeyş El-Îslam" ava dikin

Li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirkiyê li cihê navenda Trafîkê ya berê, nêzî Peykerê Kawayê Hesinkar bargehên fermandarên çeteyên "Ceyş El- Îsalm" yên ji Xûtayê ava dike.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku dagirkeriya Tirkiyên li navçeyên Şera û Cindirês burcên toreyên peywendiyan ên Sûriyê rakirin û li cihê wan toreyên Tirkî datîne. Bi vê yekê êdî li Efrînê alavên peywendî, ji telefon û înternêt Tirkî ne.

ANHA


Mijarên Din