Dagirkeriya Tirkiyê gundên Efrînê vala dike

Dagirkeriya Tirkiyê gundê Derwîş a navçeya Reco ji şêniyan bi temamî vala kir da ku baregehên leşkerî ava bike.

Dagirkeriya Tirk di çarçoveya siyasetên valakirina gundan ji şêniyên resen û veguhartina gund a baregehên leşkerî de, gundên li sînorê Efrînê ji şêniyan vala dike.

Çavkaniyên taybet ji Efrînê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê gundê Derwîş ê navçeya Reco bi temamî ji şêniyan vala kiriye da ku baregeha leşkerî ava bike.

Çavkanî îşaret pê kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hezaran darên zeytûnê li gundên Derwîş, Çiya û Çiyayê Bîlal ên navçeyên Reco, 2 gundên Kefir Cenê, Metîna yên navçeya Şera, Hemam û Merwaniya Jorîn û Merwaniya Jêrîn ên navçeya Şiyê û Aşka Xerbî (rojava) ya navçeya Cindirêsê, birîn da ku baregehên leşkerî ava bikin.

(fr)


Mijarên Din