Dagirkeriya Tirkiyê rêyên nû ji bo lêkirina dîwarê parçekirinê pêk tîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê car caran lêkirina dîwarê parçekirinê li xaka Efrînê dest pê dike, da bala civaka navneteweyî û cîhanê nekişîne, ku heta niha zêdetirî 3 hezar û 600 metre ava kiriye.

Dagirkeriya Tirk car caran di saetên êvarê de, lêkirina dîwarê didomînin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku dagirker bi lêkirina dîwar di saetên êvarê de, da ku bala cîhanê nekişîne.

Nûçegihanê me li ser zimanê çavkaniyan got dirêjiya dîwar gihaşt 3 hezar û 600 metre. Çavkaniyan gotin ku dê dagirker dîwarekî bi dirêjiya 75 km di navbera Efrînê û xaka Sûriyê lê bike.

Avakirina dîwar niha li gundê Basila û Kîmarê yên girêdayî  Şêrawayê dewam dikin.

Dagirkeran dîwar li gundê Cilbirê lêkir û nêz bûye ku bigihêje gundê Basila. Her wiha di lêkirina dîwar li gundê Mirêmîn li navçeya Şera didome.

Lê li hin gundên navçeya Şêrawa ji ber çalakiyên leşkerî ku Hêzên Rizgariya Efrînê pêk tîne, hatin rawestandin.

Dagikeriya Tirk bi dehan malên sivîlan ji bo lêkirina dîwar hilweşandin. Ev yek li gundê Cilbirê pêk hatin. Her wiha dagirkeran bi sedan darên zeytûnê ji bo lêkirina dîwar, qut kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar