Dagirkeriya Tirkiyê zeviyên gundên Bênih û Cilbirê şewitandin

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê agir bi zeviyên di navbera gundên Cilbirê û Bênih ên navçeya Şêrawa dixin.

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê dîsa zeviyên çandiniyê yên girêdayî gundên navçeya Şêrawa yên li kantona Efrînê dişewitînin.

Nûçegihanê me ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê êgir bi zeviyên gundê Cilbirê (Cilbil) ê ku dîwarê parçekirinê li derdorê wî tê lêkirin û zeviyên gundê Bênihê dixe.

Dagirkeriya Tirkiyê di vê hefteyê de zeviyên gundên Gerzîlê, Basilê, Dêrmişmiş, Suxonka û daristanên wê, navbera gundên Kîmar û Kewkebê û heta bi derdora gundên Bênihê û Aqîbê jî şewitandin. Di encama şewitandinê de 3 hezar hektar dexl şewitî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din