‘Dagirkirina şaredariyan ne rewa ye’

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Hesekê da zanîn ku desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê tolhildana ji serkeftinên gelê Bakurê Kurdistanê ye û tekez kir ku tiştê ku hikumeta Tirkiyê dike ne rewa ye û dûrî pîvanên demokrasî û belgeyên navneteweyî ye.

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a Kantona Hesekê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî bi beşdariya endamên şaredariyê li navenda komîteyê li taxa Kelasê pêk hat û ji aliyê hevseroka şaredariyê ya kantona Hesekê Raziyê Ibrahîm ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrîşên dawîn ên li ser gelê Kurd û gelên herêmê li Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin, ev êrîş encama siyaseta qirkirinê ne ku hikumeta AKP`ê pêk tîne ku xwedî mêjiyê faşîst e ku demokrasiyê qebûl nake.

Hişmendiya faşîst îradeya gelê ku bi hêza civakê bi ser ket, qebûl nake. Ji ber vê yekê dest bi siyaseta şewitandina her tiştî kir; ji aliyê siyasî, çapemenî û aborî ve, heta rêbazê şerê taybet ji bo şikandina îradeya gelan a demokratîk ku îradeya xwe di HDP`ê de diyar kir, bi kar tîne.

Gel serkeftin li Bakurê Kurdistanê pêk anî û rewşa jiyana hevbeş di navbera gelan de di serkeftina hilbijartinên îradeya herêmî ew serkeftina îradeya gelan li Bakurê Kurdistanê di rêvebirina xwe ye, lê careke din AKP`ê bi serkêşiya dîktator Erdogan bi rêyeke nerewa ev şaredarî dagir kirin.

Her wiha em bêdengiya navneteweyî der barê kiryarên dermirovî û dûrî demokrasiyê de şermezar dikin, ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku helwesta xwe ji siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dike, diyar bike.

Em wek şaredariyên kantona Hesekê dagirkirina dewleta Tirk ji şaredariyan û taybet Şaredariya Amedê a navendî û girtina endamên wê şermezar dikin. Em bi îradeya gelan re li dijî dagirkeran disekinin. Em bang li rêveberiyên herêmî yên cîhanê dikin ku helwesta xwe ji siyasetên qirkirinê re diyar bikin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din