Dagirkiriya dewleta Tirk li Helebê hate şermezarkirin

Pêkhateyên Helebê bi dirûşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê û Şeladizê em êrîşên li ser Efrînê û Xakûrkê şermezar dikin" daketin qadan.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hemû pêkhateyên wî ji bo şermazarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, Şehba û Başûrê Kurdistanê daketin meşiyan.

Şêniyan wêneyên şewata zeviyan û darên zeytûnan ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê şewitandine, pankartên bi nivîsên "Efrîn ya me ye", "Bijî Berxwedana Serdemê" û "Ji dagirkeriya Osmanî ya nû re na" vekiribûn.

Meş ji ber Mala Êzidiyan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir û li kolanên sereke yên taxê geriya. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û Xakûrkê hatin qîrkirin. Meş li Qada Şehîd Destîna ya rojhilatê taxa rawetiya.

Li wir deqeyeke rêz hat girtin. Bi navê Meclisa Giştî ya taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê Mihemed Şêxo axivî û got: "Dewleta Tirk bi armanca qirkirina çandî û fîzîkî êrîşî gelê Kurd dike, demografiya herêmê diguhere, deverên dîrokî wêran dike, daran û zeviyan dişewîtine û sivîlan dervin."

Ehmed Şêxo berxwedana Şeladizê, Bradost û Xakûrkê silav kir û bêdengiya hikumeta herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê rexne kir. Her wiha banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Bi navê Kongreya Star Leyla Xalid berxwedana Efrînê silav kir û got, çareserkirina aloziya Sûriyê ji ber berdewama dagirkeriya Tirkiyê asteng bûye, bi hebûna dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyê çareserî ne pêkan e.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

 ANHA


Mijarên Din