DAIŞ bi rûyekî din li Efrînê derket

Çeteyên DAIŞ`ê piştî ku tev li komên çete yên din bûn ku di bin ala Tirkiyê de Efrîn dagir kir, hebûna xwe li Efrîna dagirkirî berdewam dikin.

Çavkaniyekî taybet ji navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku gelek çeteyên DAIŞ`ê yên ku tev li çeteyên Fesîl Şûheda Bedir bûne, li Efrînê ne.

Çeteyên Fesîl Şûheda Bedir parçeyek ji çeteyên Ehrar El-Şerqiyê li Efrînê bûn û ji wan veqetiyan, piraniya wan ji bajarê Dêrazorê ne û ji çeteyên DAIŞ`ê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya mehekê komeke ji 30 çeteyên DAIŞ`ê derbasî Efrînê bûn, di dîmen û wêneyên di hundirê Efrînê de hatine tomarkirin, diyar dibe ku ew çete bi erebeyan û alên reş digeriyan.

ANHA


Mijarên Din