DAIŞ binkeftina xwe bi êrîşa li ser Kurdan îlan kir

Ezîz Koyluoglû

DAIŞ metirsiyekî mezin li ser hebûna mirovahiyê bû. Ji bo wê jî ji hemû cihanê kesên nûnertiya mirovahiyê dikirin, berê xwe dan cihê kesên li dijî DAIŞ şer dikirin. Ev şerê dijî tarîtiyê berxwedana ronahiyê bû. Çewa kesên nûnertiya nirxên mirovahî dikirin berê xwe dan cihê  şerê li dijî DAIŞ’ê, kesên tarîtî temsîl dikirin jî berê xwe dan nava DAIŞ’ê. Wan welatan jî ev rewş ji bo paqijkirina nava xwe bi kar dianîn. Bi taybet welatên Ewrupî, şerê li Iraq û Sûriyê ji bo xwe ji kesên radîkalan rizgar bikin, wek derfetek dîtin. Ji bo wê jî, dema wan kesan berê xwe dan Sûriyê rê ji wan re vekirin û ji bo wan astengî dernexistin. Rêya wan re hêsan kirin. Ne tenê welatên Ewrupî, dewletên Rûs û Asya’yî jî wiha tevgeriyan.

Dema DAIŞ’ê dagirkeriya xwe li Iraq û Sûriyê berfireh kir, gelek hêzên heremî û cîhanî baş didîtin. Ji ber ku li gorî wan hêzan desthilatiya Sûriyê ya Esad, desthilatiya Iraq’ê ya Nûrî Malîkî divê bihatana hilweşandin. Dewletên wek Tirkiyê û Qatarê jî di çarçova ji nûve dizayna Rojhilita Navîn de li gorî tevgera terorî ya Birayê Misliman bikin. Dewleta Tirk jî xwest impratoriya Osmanî ya nû ava bike.

Gelek kes DAIŞ’ê wek komekî di sala 2014’an hatiye avakirin dibîne. Lê rastiya wê ne wiha ye. DAIŞ sala 2003`an li ser destê Ebû Miseb El-Zerqawî ku yek ji lîderên El-Qaîdeyê bû, hate avakirin. Di Îlona sala 2003`yan bi navê Cemaeta Tewhîd û Cîhadê xwe tevger kir.

Piştî kuştina El-Zerqawî, 13`ê Cotmeha sala 2006`an, Meclisa Şêwirdariya Mucahîdan, damezirandina “Dewleta Iraqê ya Îslamî” hate ragihandin. Ebû Umer El-Bexdadî jî wek emîrê rêxistinê yê nû hate ragihandin. Piştî ku lîderê Dewleta Îslamî ya Iraqê (DAIŞ) Ebû Umer El-Bexdadî û wezîrê wî yê şer Ebdû Eyûb El-Misrî di Nîsana 2010`an de bi hev re li Iraqê hatin kuştin, Ebû Bekir El-Bexdadî bû serokê DAIŞ`ê. Tevî ku wê çaxê kesî ew nas nedikir jî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve demekê hate girtin.

Biryara destekdayîna DAIŞ’ê li Urdinê hat girtin

1`ê Hezîrana sala 2014`an li paytexta Urdinê Umanê civînek hat lidarxistin, Di civînê de nûnerên Qatar, Tirkiye û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), gelek welatên din beşdar bûn. Plana êrîşên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê hate sazkirin, da ku ev alî û hêz li gorî berjewendiyên xwe destwerdana Sûriye û Iraqê bikin.  

Li ser dijberiya Amerîkayê DAIŞ ava kirin

Li Iraq’ê li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, DAIŞ’ê şer îlan kiribû. Di vî şerî de gelek dewletan yekser yan jî ne yekser destek dida DAIŞ’ê. Her çend wan dewletan di gelek waran de li dijî hevbin jî, lê li ser dijberiya DYA hevpar bûn. Du aliyên  vê dijberiya Amerîkayê hebûn. Yek dewleta Tirk bû ku, li gora Tirkiyê DYA li Iraqê, ji aliyekî dewletekê Kurdî ava dikir, ji aliyekî din jî, desthilatiya Şîî xurt dikir. Lingê diduyan jî Sûriye û Îran bûn. Îran hebûna Amerîka li Rojhilata Navîn wek dijminantiya xwe didît, dibîne. Îran, bi rêya Sûriyê destekek mezin dida komên girêdayî DAIŞ’ê. Bi sedan Erebên sûnî ji Sûriyê derbasî Iraqê bûn û li dijî Amerîkiyan şer kirin.

Sûriyê, Îran û Tirkiyê DAIŞ mezin kirin

Ev îtîfaqa ya Suriyê, Îran û Tirkiyê ku li ser dijberiya hebûna Amerîka li Iraq’ê, bingeha DAIŞ xurt kirin. Di rastî de DAIŞ hinek jî berhemê vê îtîfaka Sûriyê, Îran û Tirkiyê ye. Ev dijberiya Amerîka piştî vekişîna ji Iraqê, ketin valatiyekî mezin. Bi taybet Îranê xwest grûbên sûnî jinavbibin. Tirkiyê jî xwest ku tevgerbûna wan grûban xurt bike. Ev îtîfaqa Îran, Sûriyê û Tirkiyê li dijî Amerîka, vegeriya şerê Tirkiyê û Îranê li ser Iraq ê.

Hevkarên DAIŞ’ê şerê hev kirin

Ji ber hebûna Amerîka li Iraq’ê nemabû, herî kêm nexuya bû, êdî komên wek DAIŞ’ê ji bo Îran û Sûriyê wek serêşî bûn. Dewleta Tirk ev rewşa ji bo xwe wek derfetek dît. Dewleta Tirk li ser sefareta xwe ya Mûsil lezda rêxistina DAIŞ’ê ya li Iraq. Piştî ku şerê navxweyî û dagirkirina Mûsilê, ji bo ev têkilî eşkere nebe, lîstika girtina karmendên sefareta Tirkiyê ya li Mûsilê xistin meryetê. Ev hemleya dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi armanca têkiliyên xwe veşartin bû.

Dewleta Tirk destpêkê berê DAIŞ’ê da Iraq’a ku dibin bandoriya Îranê û piştre ji bo alîkariya welatên Ereb yên sûnî bigre, berê wê da Sûriyê. Lê esas armanca dewlata Tirk ew bû ku bikaribe berê DAIŞ’ê bide herêmên Kurdan.

DAIŞ’ê bi êrîşên li ser Kurdan re şaştiyek stratejîk kir

DAIŞ’a ku berî dabûn Şam û Baxdayê bicarekî êrîşên xwe li ser Iraq û rejîma Sûriyê da rawestandin û êrîşî herêmê Kurdan kir. DAIŞ’a ku êdî li gorî daxwaz û armancên dewleta Tirk xwe tevger dikir, yek tişt ji bo xwe kiribû armanc. Bi diwarê stratejîk şaştiyekî herî mezin kir. Bi taybet piştî şikestina DAIŞ’ê ya li Kobanê, hin serçeteyên DAIŞ’ê jî lixwe mikur hatin.

Dewleta Tirk bi rêya DAIŞ’ê dixwest bi kevirekî  gelek çûkan bikuj e. DAIŞ, tişta dewleta Tirk dixwest bike, jiber qanûnên navnetewî nikaribû bike. Di wateyek din de bû nûnerê dewleta Tirk. Dewleta Tirk hebûna Herêma Federal ya Kurdistan ji xwe wek kêmasî didît. Û li gorî wan diviya bû ji holê bê rakirin. Dîsan deskeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ji xwe wek metirsiyekî nû didît û bihatiba tinekirin. Di destpêkê de DAIŞ’ê li ser navê dewleta Tirk şerê li dijî Kurdan kir.

DAIŞ beşek Birayên Misliman e

Bi xewnên ku ji nûve împaratoriya Osmaniya zindî bike, ji Misrê heta Iraq birêya DAIŞ’ê re xwest dagir bike. Dibe ku ez li vir bidin xuya kirin ku DAIŞ jî wek dewama Tevgera Birayên Misliman e. Ji bo dewleta Tirk ya dibin desthilatiya Erdogan de ku wek serokatiya Birayên Misliman e, serokatiya DAIŞ’ê jî kir.

DAIŞ’ê li ser navê Tirkiyê êrîşî Cîhanê kir

Dewleta Tirk ne tenê li Rojhilata Navîn bi rêya DAIŞ’ê Cihanê hemû xist bin bandoriya tirsê. Bi çalakiyên li ser navê DAIŞ’ê li Ewropa, Emerîka û heta Rûsya xist binbandoriya xwe. Piştî li hevhatina Rûsya û Tirkiyê di çarçova civînên Astanayê de êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Rûsyayê rawestiyan.

Îro DAIŞ li cihê herî dawî li Dêrazorê bindikeve. Ev binkeftin ne tenê ya DAIŞ’ê ye. Ev binkeftin diserî de ya dewleta Tirk e. 


Mijarên Din