DAIŞ`î di bin navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî de vedigerin Girê Spî

Roj bi roj delîl û belge yên piştrast dikin ku çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî çalak beşdarî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur ûRojhilatê Sûriyê de dikin de zêde dibin. Hin çavkaniyan eşkere kirin ku piştî kantona Girê Spî hate dagirkirin hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê vegeriyane kantonê.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ew Artêşa Niştimanî ya Sûrî ye, lê tiştê li ser erdê berovajî îdîayên Tirkiyê ne.

Hin çavkaniyan ji ANHA`yê re, navê hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê eşkere kirin ku di bin navê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de vegeriyane Girê Spî ku yek ji çeteyan girêdayî emniyetê (ewlehiyê)jî di nav de ye.

Yek ji wan çeteyan bi navê Ramî Yûsif El-Hedaşe li bajarê Girê Spî li taxa Eyn Erûs bi cih dibe.

Ramî berê yek ji endamê Artêşa Azad di tabûra Ehrar El-Şam de bû, paşê li ba DAIŞ`ê li Girê Spî karê ewlehiyê (emnî) dikir, niha jî karê sîxortiyê ji bo dewleta Tirk a dagirker dike.

Ev çete bi artêşa dagirkeriya Tirk re beşdarî dagirkirina Girê Spî bû û niha li Girê Spî dimîne.

Ji bilî vî çeteyî, çeteyekî din bi navê Seid Şihaze El-Bethawî ku DAIŞ`iyekî berê ye, ji Girê Spî ji gundê El-Misterîhe ye.

Di sala 2013`an de li gel Cebhet El-Nusre karê sîxortiyê dikir, paşê tevlî DAIŞ`ê bû û bi rizgarkirina Girê Spî ji DAIŞ`ê sala 2015`an reviya çû Tirkiyê, niha jî di bin navê Cebhet El-Şamiyê tev digere.

Piştî ku kantona GIRê Spî hate dagirkirin, careke din vegeriya kantonê.

(rr)

ANHA


Mijarên Din