​​​​​​​"DAIŞ" dîsa xeteriyê ava dike kî ji vê yekê sûdê digire?

Gelek raporên navneteweyî îşaretê bi wê yekê dikin ku DAIŞ`ê qelsbûna rola navneteweyî û rewşa ji ber Koronayê li seranserê cîhanê di mehên borî de derketiye, bi kar anî û careke din bi piştgiriya Îran û Tirkiyê vegeriya. Saziyên ewlehiyê û îstixbaratê yên gelek dewletên rojavayî ji bo yekê hişyarî dan.

Rêxistina terorîst (DAIŞ) niha li Iraq, Sûriyê û gelek dewletên Afrîkayê nexasim dewletên rojavayê Afrîkayê, gefan dixwe. Ev yek piştî zêdebûna tevgerên DAIŞ`ê di çend mehên borî de û ji destpka 2020`an piştî kuştina serçeteyê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî di êrişeke asîmanî ya hêzên Amerîkayê li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, pêk hat.

DAIŞ`ê di 31`ê Mijdara 2019`an de kuştina El-Bexdadî ragihand û Mihemed Seîd Ebdurehman El-Mewla hilbijart, ku dikeve ber nava cezayên di 21`ê Gulanê de li dijî DAIŞ`ê hatiye fezkirin.

Li gorî rapora ku sekreterê giştî yê NY`yî amade kiriye, ji destpêka îsal ve tevgera DAIŞ`ê zêde bû. Fermandarê nû li ser heman fikrên El-Bexdadî dimeşe. Li hin herêman di nîvê yekê yê sala 2020`an de li gorî heman demê ji sala 2019`an, êrişên DAIŞ`ê zêde bûn.

Li gorî daneyan, 10 hezar çekdarên DAIŞ`ê ku li Iraqê û Sûriyê çalak bûne, hene. Her wiha çeteyên ku çalakiyên rêxistina terorîst li her du welatan fînanse dikin, ku alîkariya çalakiyên revandinê li hemberî fidyeyê, şantajkirina şerîketan û kesan û bazirganiyê bi kar tîne. Li gorî raporên dewletan, nêzî sed milyon dolar pereyên DAIŞ`ê hene.

Li rojavayê Afrîkayê ku Meclisa Ewlehiyê wekî herêmeke terorê ku çeteyên DAIŞ`ê lê çalak in dipejirîne, derdorê 3 hezar û 500 endamên DAIŞ`ê hene. Rêxistinên navneteweyî wê herêmê wekî herêmên herî diyar ku DAIŞ li derveyî Iraq û Sûriyê lê çalak e, nîşan didin.

Wîlayeta Naverasta Afrîka ya girêdayî DAIŞ`ê ya Komara Kongo ya Demokratîk ku girêdayî DAIŞ`ê ye, hîna çalak e. Şandeya rêxistina NY`yî ya pêkanîna îstiqrarê li Komara Kongo ya Demokratîk ji aliyê çeteyan ve hatibû hedefgirtin. Li gorî raporên navneteweyî, DAIŞ hewl dide "xîlafetê" li Mozembîqê ava bike. Li herêma Cabo Delgado ya bakur rojhilat, DAIŞ`ê gelek êriş pêk anî û hin gund bi dest xistin. Di 11`ê Tebaxê de komeke terorîst ya girêdayî DAIŞ`ê êrişî bajarokê Mocímboa da Praia kir û di encamê de perav bi dest xist.

Li Yemenê jî çeteyên DAIŞ`ê bi rêya çekdarên ji herêmê yên girêdayî hin koman, li hin herêman çalakiyan pêk tîne. Her wiha hevalbendiyê bi "Koma Nesrat El-Îslam û El-Mislîmîn" re dike, ku sekreterê giştî di rapora xwe de wekî "koma herî xeternak" ku li herêma sînorî ya di navbera Burkina Faso, Malî û Nîcerê de çalak e, bi nav kiribû.

Rêxistina terorîst (DAIŞ) vê dawiyê gihîşt giravên Maldive û di 15`ê Nîsana borî de agir bi 5 keştiyên lez yên hikumeta giravên Maldive, xist. Di êrişê de tu kes birîndar nebûbû û DAIŞ`ê êrişa ku cara yekemîn li welêt pêk tê, girtibû ser xwe.

Di raporê de her wiha çalakiyên DAIŞ`ê li Afganistanê hatin bibîrxistin. Tevî ku serok Eslem Farûqî di Nîsanê de hatibû kuştin jî, di 2`ê Tebaxê de çekdarên girêdayî DAIŞ`ê heta demeke kin girtîgeke bajarê Celal Ebadê bi dest xist û nêzî 270 girtî berdan. DAIŞ her wiha hewl dide sûdê ji çalakiya aştiyê ya Afganistanê bigire û çekdarên ji tevgera Talîban ên dijberî peymana Amerîkayê û Talîban a meha Sibatê, bi çek bike.

Têkildarî mijarê, lêkolînerê Misirî yê kar û barên tevgerên Îslamî Samih Eyd got DAIŞ bi dawî nebûye û ferqeke mezin di navbera dewleta DAIŞ`ê, rêxistina DAIŞ`ê û îdeolojiya DAIŞ`ê de heye. Eyd wiha got: "Dema ku dewleta DAIŞ`ê bi mirina El-Bexdadî re û beriya wendabûna wî bi demekê bi dawî bû, rêxistina DAIŞ`ê ma ku wê demê ji 80 hezar çekdarî pêk dihat, ji wan nêzî 20 hezar hatin kuştin û 60 hezar ma. Ew li çolistana di navbera Sûriyê û Iraqê de û li Lîbyayê ku herêmên çiyayî tê de gelek in û bûbû dewleteke ne bi îstiqrar, diman."

Eyd ji ANHA`yê re daxuyand ku dema Erdogan dest bi biçekkirina çekdar û mîlîsên Sûriyê kiriye, rêxistina DAIŞ`ê ku li gelek dewletên Afrîkayê wekî Nijeria û Malî bû ji nû geş bû. Li gel ne îstiqrara li herêmê, komên mîlîs êdî çalak bûn û rêbazên piştgiriyê û dan û standinê bi dest xist.

Lêkolînerê Misirî yê kar û barên tevgerên Îslamî destnîşan kir ku DAIŞ hîna li herêmên ne bi îstiqrar çalak e û bi rastî li herêma Sîna ya Misirê heye û navê "Wîlayeta Sîna" lê dike. Dibe ku pêleke DAIŞ`ê ya ji pêla berê dijwartir, derkeve holê.

"NAKOKIYÊN NAVNETEWEYÎ BI KAR ANÎN"

Lêkolînerê Misirî û pisporê kar û barên tevgerên Îslamî û rêxistinên radîkal û terora navneteweyî Mûnîr Edîb piştrast kir ku DAIŞ heta niha bi dawî nebûye. Her wiha destnîşan kir ku rêxistina terorîst hîna heye û dikare çalakiyên çekdar pêk bîne. Edîb diyar kir ku hin dane destnîşan dikin ku DAIŞ`ê di sala 2019`an de nêzî 139 çalakî li Iraqê û bi taybetî li Mûsilê pêk anî. Tevî ku Mûsil di Kanûna 2017`an de hatibû rizgarkirin. Ev yek tê wateya ku DAIŞ hîna heye û dikare êrişên çekdarî pêk bîne, her wiha hîna xwedî toreke peywendiyê ya mezin e ku li gelek dewletên parzemînên cuda belav e.

Edîb ji ANHA`yê re wiha got: "DAIŞ herî zêde li Afrîkayê heye û bi rêjeyeke mezin belav dibe. He wiha xwedî serwerî û aboriyeke mezin e ku dikare pê belav bibe, civaka naneteweyî di şerê DAIŞ`ê hîna lawaz e. Em dikarin kêmkirina hêzên Koalîsyonê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî nimûneya vê lawaziyê nîşan bidin, ku wê yekê rê da hêzên Tirkiyê li wê herêmê belav bibe û bajarên Efrîn û gelek bajar û herêmên din ên Sûriyê ku Kurd lê hene dagir bike. Wekî em dizanin jî hêzên Kurdî ew herêm ji vê rêxistina radîkal bi ewle kir û hîna parastina wan herêman dikin."

Mûnîr Edîb wiha lê zêde kir: "Dibe ku qelsbûna rola navneteweyî û bi taybetî ya Amerîkayê, sedema zêdebûna serweriya vê rêxistinê û belavbûna wê li gelek herêman be ku bi wê yekê gefan li gelek dewlet û parzemînan dixwe. Rêxistina DAIŞ`ê niha ji berê xetertir e ji ber bi rêya şaneyên razayî û aktîv tevdigere. Dema ku DAIŞ di 22`ê Adara 2019`an têk çû, çete vegerîn bajarên xwe û êdî xeteriyeke mezin ava dikin. Ji ber ku êdî şaneyên ku li zêdetirî cihekî tevdigerin û ev yek şopandina wan zehmet dike."

Edîb destnîşan kir ku endamên rêxistinê sûd ji nakokiyên navneteweyî û destwerdana Tirkiyê li gelek heêrman girt. Her wiha sûd ji piştgiriya Tirkiyê ji rêxistinên Îslamî re girt û vê yekê hişt ku DAIŞ li gelek dewletan belav bibe. Her wiha dibe ku çeteyên ku Tirkiyê wana dişîne herêmên şer, piştgiriya DAIŞ`ê li Afrîkayê bikin.

"TEVLÎHEVIYA DAIŞ`Ê DIKEVE XIZMETA TIRKIYÊ Û ÎRANÊ"

Lêkolînerê siyasî yê Iraqê û pisporê kar û barên tevgerên terorîst Xanim El-Abid wiha dibêje: "Hemû raporên navneteweyî behsa wê yekê dikin ku bi deh hezaran çeteyên DAIŞ`ê tevgerên xwe yên çekdar û diravî vedigerînin. Tevgerên rêxistina terorîst li gel rewşa xerab a sînoran wekî mînak sînorên Iraq-Sûriyê, zêde bûne."

El-Abid wiha domand: "Gelek dewlet û di nav de Tirkiyê û Îran dixwazin ji bo berjewendiyên xwe hevkariyê bi DAIŞ`ê re bikin.  Her du dewletên navborî dibînin ku tevlîheviya DAIŞ li herêmê derdixe, dihêle ku ew gelek destkefî û armancan pêk bînin."

Lêkolînerê siyasî yê Iraqê û pirsporê kar û barên tevgerên terorîst destnîşan kir ku bi giştî dewlet tevlîheviyê wekî behane bi kar tînin da ku dest li kar û barên welatên din werdin. Her wiha daxuyand ku rewşa Koalîsyona Navneteweyî û çavdêriyên ewlehiyê behsê dikin ew e ku DAIŞ`ê dest bi tevgerên mezin li herêma Rojhilata Navîn û Afrîkayê kiriye.

"DAIŞ GIRÊDAYÎ REJÎMA TIRKIYÊ YE"

Lêkolînerê hiqûqî yê Yemenê û Serokê Navenda Heqî ya piştgiriya maf û azadiyê Hanû El-Eswedî jî wiha dibêje: "Girêdana rêxistina terorîst (DAIŞ) a bi rejîma Tirkiyê ya niha re, bi awayekî zelal xuya ye, ku Tirkiyê gelek endamên rêxistinê bi çavdêriya Amerîkayê şandin Lîbyayê."

El-Eswedî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Hewldana piştgiriya hêzên terorîst ên li bakurê Afrîkayê û şandina çeteyan ji wir re, planeke stratejîk a hêzên dijberî projeya Erebî ye. Bi vê yekê hewl didin ku ewlehiya dewletên Erebî û di serî de Misirê têk bibin, ku di dema borî de serkeftinên mezin li dijî gelek şaneyên terorê li herêmên rojhilat pêk anî. Ji lewra ew şane dixwazin ji aliyê rojava ve êrişî Misirê bikin."

Serokê Navenda Heqî ya piştgiriya maf û azadiyê Hanî El-Eswedî wiha dewam kir: "Bawer im ku Misirê bi piştgiriya hêzên niştîmanî yên Lîbyayê ku şerê terorê dikin, bersiva wê komployê da. Ji lewra, divê YE`yê helwestên cidîtir bigire da ku ewlehiya başûrê deryaya Spî misoger bike û çeteyên DAIŞ`ê û komên din ên terorîst li herêmê belav nebin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din