DAIŞ û hişmendiya wê ji tevahiya mirovahiyê re xeteriye

Xiristyan, misluman û êzidiyên Herêma Cizîrê diyar kirin ku yekîtiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e û wiha gotin: “Xeteriya DAIŞ’ê ne tenê li ser olek an pêkhateyekî, li ser tevahiya mirovahiyê xeteriye.”

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re hindek komên terorîst ên tundrew mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra derketin. Wan koman hewl dan tevliheviyê bi rêya ola û pêkhateyan, bi hevkariya hin aliyên herêmî li Sûriyê derbixin.

Komên çete tevahiya pêkhateyên herêmê ji misluman, êzidî û xiristiyan kirin hedef. Ji Şengalê bigire heya hedefgirtina pebnaberan li herêma Ebû Fas û dêran li dewletên Ewropayê. Tevî ku QSD`ê DAIŞ têk bir, lê hîna fikrê çeteyan heye.

Kesayetên navçeya Tirbespiyê ji olên cuda girêdayî rastiya van rêxistinan û şêwazên tunekirina fikrên wan ji ajansa me re axivîn. Her wiha diyar kirin ku pêwîste şênî bi fikrên wan koman nayên xepandin.

Zozan Şemo ya êzidî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ne tenê Kurd, tevahiya pêkhateyên herêmê ji êzidî, misluman û xiristiyan kirin hedef. Her wiha diyar kir ku  DAIŞ bi desteka hindek dewletan têkbirina projeya Neteweya Demokratîk û belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de armanc dike.

Zozan bal kişand ser binpêkirina çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê û wiha got: “Gelê êzidî kuştin, revandin û cihên wan ên pîroz wêran kirin. Armanc tinekirina hebûna wan û dîroka wan e.”

‘DAIŞ xeteriyeke ku li ser tevahiya mirovahiyê’

Malêk Esmer ê xiristiyan destnîşan kir ku DAIŞ`ê heya roja me ya îro ne tenê li ser herêmekî yan jî olekî yan jî  pêkhateyekî, li ser tevahiya mirovahiyê xeter e û wiha got: "DAIŞ li Şengalê êzidî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê misluman û îro dêrên Ewropayê dike hedef."

Esmer diyar kir ku pêwîste fikrê DAIŞ`ê yê tundrew ku ola Islamê temsîl nake bê tinekirin û wiha domand: “Ola Islamê mîna tevahiya olan, olek bisebir û bênfirehiyê ye. Lê DAIŞ bi hedefgirtina ol û mezhebên din ola Islamê çelexwarî kir."

Esmer bang li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi fikrên DAIŞ`ê nayin xepandin ji ber ku dixwaze tevliheviyê di navbera pêkhateyan de belav bike.

Hec Elî Remo yê misluman tevahiya binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî olan mîna wêrankirina cihên olî yên pîroz li Laleşa êzidiyan, dêrên navçeya Til Temirê û komkujiyên dermirovî şermezar kir.

Hec Elî Remo destnîşan kir ku ola Islamê ji terora DAIŞ`ê û tevahiya binpêkirinên wê yên bi navê Islamê bêguneh e û got: "Ev kirin û armancên dewletên ku dixwazin Islamê li hember olên din çalakxwarî bikin."

Elî Remo diyar kir ku ji erka tevahiya pêkhateyên herêmê ye li hember fikrên DAIŞ`ê bisekinin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din