‘DAIŞ’ê ji bo têkbirina civakê di serî de jin kirin hedef‘

Di rûniştina 4‘an a komxebata derbarê DAIŞ‘ê de rola jin a têkbirina çeteyan hate destnîşan kirin û hate gotin ku jinan nasnameya xwe ya taybet ava kirine.

Rûniştina çaremîn a komxebata navdewletî ya derbarê DAIŞ‘ê de li ser "Komkujiyên DAIŞ‘ê li ser jinan û berxwedana jina azad a li hemberî DAIŞ‘ê" bû.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat û endamên navenda Jinelojî Bêrîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma semîner dan.

‘DAIŞ kesayet û nasnameya jinê hedef girt’

Semînera yekemîn a rûniştinê ji aliyê Bêrîvan Yûnis ve hate dayîn. Bêrîvan an ziman ku DAIŞ dijminê nirxên mirovî û civakî ye. Bêrîvan got: “DAIŞ dizane ku cewherê van nirxan jin e, lew re bi awayekî plankirî xwestin kesayeta jinê tine bikin. DAIŞ baş dizane ku kolekirina civakê ji kolekirina jinan, bi navê ol jin êrîşî jinan kir û kirin amûr di destê zilam de."

Bêrîvan Yûnis daxuya kir ku hejmara jin û zarokên Êzidî yên ji destê DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin 6 hezar û 417 kes in û destnîşan kir ku hîna aqûbeta  zêdeyî 2 hezar û 975 Êzidiyan ne diyar e.

‘Jinan nasnameya xwe ya taybet ava kirin’

Endama Navenda Jinelojî Zozan Sîman jî di semînera xwe de behsa têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de karîn nasnameya xwe ya taybet vegerîne û di nava hêzên leşkerî deli hemberî tevgerên terorîst ên cîhanê bisekine."

Piştî semîneran, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û bal kişandan ser rola YPJ‘ê di rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ‘ê.

Piştî semîneran komxebat bi dawî bû. Komxebat wê sibe bi semîneran berdewam bike.

ANHA


Mijarên Din