DAIŞ li Afrîkiyayê çalak dibe

Çeteyên DAIŞ`ê îro ragihandin ku wan 69 leşkerên artêşa Nîjîriya û hêzên Afrîkî kuştin û birîndar kirin, her wiha di yekemîn êrîşa li dijî Komara Demokratîk a Kongoyê de 3 kes kuştin.

Ajansa Ruetersê got çeteyên DAIŞ`ê di rojnameyeke xwe de ragihandin ku wan di hefteyekê de 69 leşkerên artêşa Nîjîriya û hêzên Afrîkî yên têkoşîna li dijî terorê kuştin û birîndar kirin.

Her wiha ajansê destnîşan kir ku êrîş li dijî navendeke leşkerî û bajarokek li wîlayeta Borno li bakur rojhilatê Nîjîriya û herêma gola Chad hate kirin.

Li gorî Reutersê, çeteyên”Wîlayeta Xerbî Afrîka” ku ji koma Boko Heram veqetiyan û ji sala 2016`an li Nîjîriya bicih bûne, ragihandin ku wan li nêzî bajarokê Tomîr tangekeke koalisyona Afrîkî rûxandin û hemû leşkerên di tangê de kuştin.

He wiha duh DAIŞ`ê êrîşa li ser Komara Demokratîk a Kongoyê  girt ser xwe. Di êrîşê de, 2 leşker û sivîlek hatin kuştin.

(jo)


Mijarên Din