DAIŞ li çolistana Sûrî çalak dibe

Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê êrişên xwe yên li dijî hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê zêde kirine. Pisporekî karûbarên komên terorîst teqez kir ku dewleta Tirk cîhadiyan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin hevalbendê her serketineke terorîstan li Sûriyê û Iraqê ye.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de tune kir û bajarê Reqayê ku çeteyan weke paytext ji xwe re diyar kiribû û gundewarên Dêrazorê yên li ser sînorê Sûrî – Iraqê ku nuqteya ku çete û çek têre derbas herdu welatan dibin, çeteyên DAIŞ`ê careke din çalak dibin. Gelo sedemên ku hişt DAIŞ`ê çalak bibe çi ne, stratejiya ku bikar tîne çi ye û çi xeteriya wê li ser  rewşê heye?

ÊRIŞÊN DEWLETA DAIŞ`Ê JINÛVE ÇALAK DIKE

Tevî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê di aliyê erdnîgariyê de tune kir, baregaha wî ya dawîn ku bajarokê Baxozê yê gundewarên Dêrazorê bû di 23`ê Adara 2019`an de rizgar kir, lê êrişên dewleta Tirk di 9`ê Cotmeha 2019`an de ew jinûve çalak kir.

QSD`ê bi bersivdayîna êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê mijûl bibûn, Çeteyan berê xwe dabûn kampên ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan di wan de bûn bi taybet kampa Eyn Îsa, xwestin zêdetirî 900 kes ku alîgirên DAIŞ`ê bûn ji kampê birevînin, her wiha derdora girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê di wan de bûn topbaran kirin weke girtîgeha Qamişlo û di encama wê zerar gihaşt avahiyan û bû sedem ku hejmareke ji çeteyan birevin.

Êrişên dewleta Tirk bi awayekî mezin bandor li operasyonên ewlehiyê ku QSD`ê bi hevkariya Hêzên Koalisyona Navneteweyî li dijî şanayên DAIŞ`ê lidar dixistin, kir. Ev yek bû sedem ku çeteyên DAIŞ`ê bi serbestî tevbigerin, jinûve xwe birêxistin bikin û bi çeteyên li herêmên cûda re têkevin nava pêwendiyê.

Ji êrişên dewleta Tirk zêdetir, çeteyên DAIŞ`ê sûd ji xebatên cîhanê yên pêşgirtina li vîrusa Koronayê girt da ku êrişên xwe zêde bike û jinûve hêza xwe li herêmê vegerîne.

Li aliyê din ê çemê Firatê anku li herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê û alîgirên wê Rûsya û Îranê de çeteyên DAIŞ`ê çolistanê ji xwe re navendeke sereke ji bo bicihkirin û veşartinê girt da ku di her demekê de êrişan pêk bîne û vê yekê zerarên mezin gihand hêzên hikûmeta Şamê û alîgirên wê.

ÇIMA ÇOLISTANA SÛRIYÊ?

Çolistana Sûriyê nêzî nîvê rûbera Sûriyê ye (80 hezar km3). Ev alîkariya çeteyan dike ku bi lez belav bibe. Erdnîgariya çolistanê, hebûna cihên veşartinê, zehmetiyên têde, hebûna çiya û geliyan alîkariya çeteyan dike ku xwe veşêrin, êrişan pêk bînin, perwerdeyên leşkerî pêk bînin, rûbereke fireh ji bo tevgerê, guhertina cihan û veguhertina stratîjiya xwe.

Çolistana Sûriyê parêzgeha Dêrazor, Hema, Reqa, Humis, Heleb, gundewarên Şam û Siwêdayê bi hev dide girêdan, dighêje sînorê rojhilatê Iraqê, sînorê başûrê Urdinê, derdora Reqa û Dêrazorê ku hebûna niştecihan li wê herêmê kêm e.

STRATEJIYA NÛ YA DAIŞ'Ê

 Ji derveyî sedemên xwezayî, DAIŞ`ê xwe dispere stratejî û tektînên leşkerî yên nû, bi koman êrişan dikin û parastinê erd esas nagirin. Çete di her demekê de êrişên xwe zêde dikin paşê xwe vedişêrin, kemînan datînin û mayînên li ser rêyên sereke ku hêzên hikûmeta Şamê ji bo veguhestina hêzên xwe bikar tîne, datînin.

Ji aliyekî din ve çolistana Sûriyê korîdoreke ewle û sereke ji Tehranê re ye da ku bighêje Şamê û ji wir ber bi Lubnanê ve biçin. Tehran dixwaze xwe di çolistanê de berfireh bike da ku baregehên xwe yên leşkerî ava bike, komên xwe li seranserî çolistanê belav bike û dest deyne ser berhemên binerd, rê, cihên stratîjîk li ser rêya di navbera Şam û Bexdayê de, ev yek dihêle ku hedefgirtina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hêsan be.

Peymangeha lêkolînên şer li Washingtonê di destpêka meha Çile de hişyarî ji jinûve çalakbûna DAIŞ`ê da û tekez kir ku DAIŞ`ê parastina toreya xwe ya fînansekirinê ya cîhanê kir ku zêdetirî 600 mîlyon dolar e û vê yekê hişt ku careke din êrişan pêk bîne.

Li gorî navendê; DAIŞ`ê bi rêya sîstemeke zehemet a tûnelan ku çek û cebilxaneya xwe di wan de vedişêre, çek, cebilxane, lojîstîk parast. Ev yek dihêle ku rewşên veger û çalakbûna wî li çolistana Sûriyê zêde bibe û xwe jinûve bi êrişên ji nişka ve, ava bike.

Li gorî rapora "Komîteya cezakirina El-Qayîde û DAIŞ`ê" ya girêdayî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) texmînên derketine, dide diyarkirin ku DAIŞ`ê bi rêya toreyên darayî yên ne fermî pere ji derve girtine û diyar kir ku nêzî 10 hezar çete ji Sûrî û Iraqê hene.

ÊRIŞÊN LI DIJÎ HÊZÊN HIKÛMETÊ

Di meha Çile ya borî de li çolistana Sûriyê du êrişên mezin li dijî hêzên hikûmeta Şamê û komên alîgirên wê çêbûn. Di êrişa destpêkê de zêdetirî 30 endamên hêzên hikûmetê hatin kuştin ku dê ji Dêrazorê ber bi Tedmur a gundewarên rojhilatê Humisê ve çûbana.

Êrişa duyemîn jî piştî ya destpêkê bi kêmtirî 48 saetan pêk hat. Êriş li nêzî bajarê Selemiyê yê gundewarên Hemayê pêk hat ku DAIŞ`ê ji nuqteyên veşartina xwe li çolistanê êriş kir.

Êrişên DAIŞ`ê didome. Vê yekê hişt ku Moskove bo paqijkirina herêmê destwerdanê bike. Hêzên hikûmetê di 22`yê Çileyê de dest bi hemleya leşkerî ya bi navê El-Sehra El-Beyda (Çolistana Spî) kir, hemele bi destekdayîna balafirên şer û hêzên Rûsyayê her wiha bi hezeran endamên hêzên hikûmeta Şamê û bi sedan komên alîgirên Îranê dest pê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama êriş, teqîn û kemînên çeteyan li çolistana Dêrazor, Humis û Siwêdayê ji 24`ê Adara 2019`an heta 25 Sibata 2021`an zêdetirî hezar û 353 endamên hêzên hikûmetê hatine kuştin ji wan herî kêm 2 ji Rûsya û 145 ji komên alîgirên Îranê yên ne ji Sûrî hatine kuştin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan kuştina zêdetirî 798 çeteyên DAIŞ`ê di encama êriş belge kir.

'NERMBÛNA REWŞA EWLEHIYÊ DAIŞ`Ê ÇALAK DIKE'

Di vê çarçoveyê de pisporê karûbarên komên îslamî yên cîhadî yên terorîstî Mistefa Emîn Amir got armanca çalakbûna DAIŞ`ê li çolistanê ku hebûna xwe îsbat bike û şaneyên veşartî çalak bike, tişta ku alîkariya wan dike nermbûna ewlehiyê û zexta mezin a li ser milê hêzên QSD`ê.

Mistefa Emîn Amir wiha domand: "Çolistana Sûriyê herêmeke vekirî li ser sînorê Iraqê ye û nêzî hemû parêzgehên Sûriyê ye. Ji ber wê jî serweriya ewlehî li ser wê pir zehmet e. Pêwîstiya wê bi belavbûneke berfireh ji hêzan re heye û ev yek li gel artêşa Sûrî tune ye."

'DEWLETA TIRK HEVALBENDA ÇI SERKETINA TERORÊ LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ YE'

Mistefa Emîn Amir tekez kir ku belavbûna DAIŞ`ê û şaneyên wê yên veşartî ku çalak dike li Sûriyê hene û wiha domand: "Praniya wan ji şerê Baxoz û Reqayê reviyan û dê bimîne beşek ji hevpeymana hêzê li Sûriyê."

Pisporê karûbarên komên îslamî yên cîhadî terorîstî Mustefa Emîn Amir wiha axaftina xwe bidawî kir: "Dewleta Tirk komên cîhadî li Sûriyê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bikar tîne. Ji ber wê jî ew hevalbenda çi serketinên terorê li Sûriyê û Iraqê ye."

(bx)

ANHA


Mijarên Din