DAIŞ`ê li Hindistanê wîlayeteke xwe ragihand

Reutersê ragihand ku rêxistina DAIŞ`ê piştî şerê bi çekdar û hêzên ewlehiyê li herêma Keşmîrê re, cara yekemîn ragihand ku wan wîlateyeke xwe li Hindistanê ava kir. Di encama wî şerî de terorîstek ku têkiliya wî bi DAIŞ`ê re hebû, hate kuştin.

Ajansa Amaq a girêdayî DAIŞ`ê di saetên derengiya roja înê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wîlayeteke nû bi navê "Wîlayeta Hindistanê" hatiye avakirin. Li gorî daxuyaniya Amaqê, DAIŞ`ê leşkerên artêşa Hindistanê li bajarokê Amchibura yê girêdayî kantona Şopiyan a Keşmîrê kuştin.

Li gorî Reutersê ku daxuyaniya DAIŞ`ê wek daxuyaniya polîsên Hindistanê ye ku roja înê terorîstê bi nave Işfaq Ehmed Sofî di êrîşa li Şopiyan de hat kuştin.

Li gorî raporên çapemeniyê ku Işfaq Ehed Sofî yek ji serçeteyên rêxistina DAIŞ`ê li Camo û Keşmîrê bû, her wiha cîgirekî Zakîr Mûsa bû ku yek ji terorîstan e ku herî zêde lêgerîn der barê wî de tê kirin.

(bx)


Mijarên Din