DAIŞ li Sûriye û Iraqê berhemên çandiniyê dişewitîne

Rojnameya Nebî ya DAIŞ`ê got ku çeteyên DAIŞ`ê bi çalakiyên şewitandina mewsima çandiniyê li Iraq û Sûriyê û bi taybet li herêmên ku piraniya wan Ereb in, radibe.

Rojnameya bi navê Nebî ya alîgira DAIŞ`ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê şewitandina mewsima çandiniyê ji ceh û genim li herêmên kantona Hesekê û herêmên ku piraniya wan Ereb in mîna Eyn Îsa, Reqa û Dêrazorê girtiye ser xwe.

Li herêmên navborî bi hezaran hektar ji mewsimên çandiniyê şewitîn.

Rojnameya Nebî destnîşan kir ku DAIŞ`ê bi hezaran hektar li Iraqê jî şewitandin û diyar kir ku şaneyên wan ên razayî berfirehiyeke mezin ji zeviyan şewitand.

Piştî ku QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê li cihê dawî li bajarokê Baxozê têk birin, DAIŞ`ê dest bi belavkirina şaneyên xwe yên razayî li hemû herêman kir da ku çalakiyên “tolhildanê” pêk bîne.

(jo)

 ANHA


Mijarên Din