DAIŞ êrişa li dijî artêşa Lîbyayê girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ‘ê êrişa li dijî artêşa Lîbyayê ya li bajarê Teragnê girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ‘ê  êrişa beriya du rojan a li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya ku di encamê de maşîneye leşkerî li deriyê ketine bajarê Teragnê hatibû îmhakirin, girt ser xwe.

Reutres‘ê li ser zimanê fermandarê xwecihî Ebdulselam Şenqele ragihand ku teqemenî di maşîneyeke leşkerî ya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de hatibûn bicihkirin. Ji ber teqînê windahiyên mirovî çênebûn.

Ev êriş piştî çend saet ji ragihandina artêşa Niştimanî ya Lîbyayê girtina serçeteyê DAIŞ‘ê Mihemed El-Riwêdanî (Ebî Bekir El-Riwêdanî) pêk hat. Hate gotin ku serçete El-Riwêdanî ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve hate şandin da ku li rex hêzên hikûmeta Wîfaqê şer bike.


Mijarên Din