DAIŞ’ê êrîşî bajarekî Nîjeryayê kir: 10 leşker hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî wîlayeta Borno kir ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê dikeve û 10 leşkerên artêşa Nîjeryayê kuştin.

Ajansa Reutersê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê got wan 10 leşkerên artêşa Nîjeryayê, piştî ku bi ser wîlayeta Bornoyê de girt ku li bakurê rojhilatê Nîjeryayê ye, kuştin.

Her wiha çavkaniyan tekez kir ku çeteyan saet di 17:45’an de bi ser bajêr û hejmareke leşkeran de girt û gelek dikan wêran kirin.

Têkildarî mijarê hêzên li bajêr neçar man ku alîkariyeke leşkerî ji bajarên din bixwazin da ku li hember  êrîşan rawestin.

Di sala 2016`an de dabeşkirinek di navbera çeteyên DAIŞ`ê û komên Boko Heram ên tundraw de ku li wîlayeta Borno çalak e, çêbû û di encamê de 30 hezar kes di êrîşên salên dawîn de bûn qurbanî.

(eh)


Mijarên Din