DAIŞ`ê  êrîşî endamên xwe yên ku xwe radestî QSD’ê dikirin, kir

Çeteyên DAIŞ`ê bi 3 êrîşên xwekuj, êrîşî çete û malbatên wan ku xwe radestî QSD`ê dikirin, kir. Êrîş di koridora ku QSD’ê vekiriye de pêş hat. Di encam de 6 çeteyên ku xwe radest dikirin, mirin. Hinek çete jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di daxuyaniya ku li ser malpara xwe ya fermî weşandibû de ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êdî çeteyên xwe yên ku xwe radestî QSD`ê dikin û malbatan wan dikin hedef. Vê êvarê 3 xwekujan di korîdora ku çeteyên xwe radest dikin de teqandin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Çeteyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst, îro bi 3 êrîşên xwekujî, çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên ku xwe radestî QSD`ê dikrin, kirin hedef. Êrîşek ji beriya derbasbûna korîdorê di nav malbatên çeteyan de, her duyên din jî di korîdorê de pêk hatin . Di encamê de 6 çeteyên xwe teslîm kiribûn mirin û hejmarek din jî birîndar bûn. Her wiha 3 şervanên me bi sivikî birîndar bûn.”

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din