DAIŞ`ê êrîşa li dijî hêzên Heftar girt ser xwe

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşa li bajarê Sebha ya başûrê rojavayê Lîbyayê ya li dijî Hêzên Hefterê girt ser xwe ku 6 endamên Hêzên Hefterê hatin kuştin.

Ajansa Reutersê ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê bi riya dazgehên çapemeniya xwe ev agahî belav kirin.

Ji aliyê xwe ve berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî diyar kir ku li dijî hêzên wan êrîş pêk hat lê kuştina endamên artêşê derwand.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê "Hêzên Hefterê" di çarçoveya operasyoneke leşkerî de li dijî komên çekdar li başûr rojavayê Lîbyayê, di nav de komên girêdayî Îxwan Muslimîn û çeteyên DAIŞ`ê yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin bajarê Sebha di Çileya borî de xiste bin serweriya xwe.

(şx)


Mijarên Din